Di kongreyên Ewropayê de girtî hatin silavkirin

Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn kongreyên xwe li dar xistin. Di kongreyan de berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin û ji bo berxwedanê jî bang hat kirin ku raya giştî were avakirin.

ESSLINGEN
Meclîsa Gel a Demokratîk ya Esllingê ya ku li bajarê Elmanya Esslingê ye, kongreya xwe a 5’emîn li dar xist. Di kongreya ku li lokala meclîsa ya li Burhunderstrassê de hatî lidarxistin, girtiyên ku li girtîgehan di grevên birçîbûnê de ne, hatin silavkirin.


Di kongreyê de bi hilbijartina 9 komîte û hevserokan, di dema nû de 43 kesan di rêveberiya meclîsê de cih girtin. Ji bo hevserokatiyê Rojîn Bayram û Talîp Can hatin hilbijartin. Di kongreyê de hat gotin ku wê li ser fikir û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat werin meşandin û ji gel û şehîdên şoreşê re soz hate dayîn.


Di kongreyê de li ser pêşniyaran, biryar hat girtin ku wê ji girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne, name werin nivîsandin.


FRANKFÛRT


Navenda Civakî ya Demokatîk a Kurd a ku li bajarê Elmanya Frankfûrtê xebatan dimeşîne, 4’emîn kongreya xwe li dar xist.


Kongre li salona konferansê ya Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Frankfurtê hate li dar xistin û ji bo dîwanê, Endamê Rêveberiya NAV-DEM'ê Hevseroka Hessen NAV-DEM'ê Vîldan Dîrîk û li ser navê YXK'ê Agîd Yazar amade bûn.  Hevserok Elî Kara û Hevseroka Hessen NAV-DEM'ê Vîldan Dîrîk axivîn. Dîrîk di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha got; "Pêwîst e em bikevin nava tevgerê. Ji bo ku raya giştî a Ewropayê bibîne, pêwîst e em bihêztir bixebitin û raya giştî ava bikin."


Di kongreyê de ji bo hevserokatiyê Meryem Dogan û Îsmet Kaya hatin hilbijartin.


Kongre bi dîrûşmeya 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.

FREIBÛRG
Li bajarê Elmanya Freibûrgê, Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê, kongreya xwe ya asayî ya 5’emîn li darxist. Kongreya ku li avahiya NCD’ê ya Freiburgê bi tevlîbûneke mezin hate li dar xistin û kongre rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamên dîwanê hatin hilbijartin û ji aliyê hevserokên berê ve axaftina destpêkê hat kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser xebatên salekê yên pêvajo û grevên birçîbûnê. Piştre kesên beşdarî kongreyê bibûn gotûbêj kirin. Di kongreyê de peyama saziyên sivîl yên tevlî kongreyê bûyîn hatin xwendin û raporên dema borî yên xebat û maliyeyê hatin xwendin û rapor bi dengdayînê hatin qebûlkirin. Di beşa dawî ya kongreyê de hevserok û reveberiya meclîsê hate hilbijartin. Di dawiya hilbijartinê de meclîsa ji 64 kesan pêk tê, hat diyarkirin. Kongre bi daxwaz û nêrînan re bi dawî bû.


BREMEN
Li bajarê Elmanya Bremenê, NAV- DEM'ê 4’emîn kongreya xwe li dar xist.


Di kongreyê de behsa girîngiya Şoreşa Rojava hat kirin, xebat û rêxistinkirina li Ewropayê ya ji bo alîkariya bi Kurdistanê hat nîşandan.


Di kongreyê de bal hat kişandin ser grevên birçîbûnê û peyama 'Ji bo ku em dengê girtiyan bidin bihîstin, pêwîst e em her roj li qadan bin. Li mal, kar, dibistanê, jiyana civakî û li hemû qadan bibin dengê wan, raya giştî ava bikin' hat dayîn.


Di kongreyê de hat diyarkirin ku faşîzm wê bi berxwedanê were têk birin û kesên ku di xwerêveberiyên xweser de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bi bîranîn.
Ji bo hevserokatiyê Kenan Koç û Nûsin Îmret hatin hilbijartin.

TORONTO
Li bajarê Kanada Torontoyê, kongreya Federasyona Kurd hat li dar xistin. Endamê KNK'ê Şivan Serdeşt têkildarî girîngiya pêvajoyê, axivî.


Ji 15 delegeyên ku ji Toronto, Montreal, Ottowa, Vencoûver, Edmantonê tevlî kongreyê bûyîn hevserok hatin hilbijartin.


Ji bo hevserokatiyê Gurkan Ormangiren û Dîlan Damla hatin hilbijartin. Ji bo alîkariya hevserokatiyê jî Cengo Dînar û Elîg Genç hatin hilbijartin.


VIYANA
Duh li paytexta Avûstûryayê ya Viyanayê, Civaka Azad a Avûstûryayê 3’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.


Kongreya ku li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd ya Avûstûrya pêkhatî, gelek delegeyên ji cihên cuda yên Avûstûryayê jî tevlî bûn.


Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, ji bo girtiyên ku ev 60 roj in li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de, peyama wan li salonê hat guhdarî kirin û di berdewamiyê de li ser pêvajoya siyasî a dawî û li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan gotûbêj hat kirin.


Di berdewamiya kongreyê de rapora xebatên salekê hat xwendin. Piştî xwendina raporê rêveberiya nû hate hilbijartin.