Di hundirê tumor de mejiyekî mînyatur hat dîtin!

Doktorên Japon, di nava tumora li bedena jineke ciwan a 16 salî, mejî û kiloxeke mînyatur dîtin. Vê vedîtina ku bala doktoran kişand, mirovan ditirsîne.

Li gorî kovara New Scîentîst, doktorên Japon di dema operasyonekê de tumorekî mejî û kiloxek mînyatur tê de ne, birîn. Ev tumor di malzaroka jineke ciwan a 16 salî mezin dibû.

Doktorên ku tumor derxistin, ginciya xwînê ku ji raçînka bi rûn dîtin ku tê de mejiyekî 3 sanîmetreyî dîtin. Hat ragihandin, ev mejî di hundirê tiştekî mîna tasa serî ku dişibe hestî, de ye.

Doktoran ev yek lêkolîn kirin û hikum dan ku ev yek versiyonê mejiyekî mînyatur e.

Di nava tumorên malzarok ên erênî de, bi giranî raçînkên biyanî hene. Di nava van de bi giranî por, diran, kirinok, rûn û masûlke hene. Ev tumor bi navê Teratom tê naskirin. Ev nav jî ji gotina Teras a zimanê Yewnanî tê ku wateya xwe 'cinawir' e.

Li gorî lêkolîner Masayûkî Shîntakû, ev mejiyê mînyatur mîna mejiyê normal di navbera nuronên xwe de pêlên gelektrîkê dibe û tîne.

Tumora li bedena keça ciwan a navborî bi rengekî serketî hat rakirin. Li gorî kovara zanistiyê ev keça ciwan bi temamî baş bûye.