Di êrişên hewayî yên li Yemenê de herî kêm 70 kes mirin

Di êrîşa hewayî ya li ser girtîgehê de ku Erebîstana Siûdî pêşengiya wê dike 70 kes mirin û herî kêm 200 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin ku wê di saetên pêş de hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ragihand ku roja Înê di êrîşeke hewayî ya li ser navendeke destgîrkirinê ya li Yemenê de herî kêm 70 kes mirin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

Li gorî NetBlocks ku rêxistineke yê çavdêriya qutbûna şebekê dike, di saetên sibehê yê roja Înê de êrîşeke din a hewayî li avahiyeke telekomunîkasyonê li bajarê benderê yê stratejî yê Hodeîdah hatiye xistin û bûye sedema qutbûna înternetê li seranserî welat. Save the Chîldren jî got ku di vê êrîşê de herî kêm 3 zarokên ku li qada futbolê dilîstin jiyana xwe ji dest dane.

Konseya Penaberan a Norwêcê diyar kir ku qutbûna înternêtê ya domdar ji êvara Înê ve wê bandorê li gihandina alîkariyê bike.

Serhildêrên Hûsî yên ku Îran piştgirîya wan dike ku piraniya Yemenê kontrol dikin, koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Siûdî bi êrîşan tawanbar kirin.

NETEWA KU ŞER WÊ PERÎŞAN KIRÎ

Ev êrîş piştî ku Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike di destpêka vê hefteyê de îdia kiribûn ku wan berpirsiyariya êrîşekî bi balafirên bê mirov û fûzeyan li hundirê paytexta Mîrektiya Yekbûyî ya Ereban girtine ser xwe hat.

Koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî ên Ereban ji bo ji nû ve avakirina hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê Hûsiyan ve hat hilweşandin, di sala 2015'an de êrişek da destpêkirin.

Koalîsyonê piştî êrîşeke Hûsiyan ya bi fûze û balafireke bêmirov ku destpêka vê hefteyê li paytexta Mîrektiya Yekbûyî ya Ereban ango Ebû Dabî, êrîşên xwe zêdetir kirin.

Medyaya El Masîra ya ser bi Hûsiyan ve piştî êrîşa roja Înê ya li ser navenda destgîrkkirinê ya li bajarê Sa'ada yê bakurê Yemenê dîmenek grafîkî ya kesên di bin kavilan de manî nîşan da.

Serokê Mîsyona MSF ya li Yemenê Ehmed Mahat diyar kir ku li gorî agahiyên ku ketine destê wî, li cihê êrîşa hewayî hîn gelek cenaze û gelek kesên winda hene.

Mahat got ku nexweşxaneya li Sa'adayê ku MSF piştgirî dide wê rastê lehiyê herikîna birîndaran hat û got ku ew nekarin ji wê zêdetir birîndaran bigirin. Li gorî MSF’ê du nexweşxaneyên din ên bajêr jî hejmareke mezin ji birîndaran wergirtin.

Gelek xebatkarên alîkariyê ji CNN’ê re gotin ku komên alîkariyê yên navneteweyî ji ber qutbûna înternetê hewl didin ku hûrguliyên derbarê grevê de berhev bikin.

Koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî li ser êrîşên li ser avahiya telekomunîkasyonê a navenda destgîrkirinê daxuyanî neda, lê di daxuyaniya îro dayî de ragihand ku wan li bendera Hodeîdah xistine û "yek ji şkeftên [Hûsî] yên korsaniya behrê û sûcên organîzekirî" têk birine.

SPA’ya ayîdê dewleta Erebistana Siûdî ragihand ku koalîsyonê îdia kiriye ku wan roja Îniyê li paytext Sana êrîşî “hedefên leşkerî” kiriye û ew operasyon "weke bersiva li hember gefa êrîşa dijminane" pêk aniye.