Di êrişên hewayî de zêdeyî 260 serhildêrên Hûsî hatin kuştin!

Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku li Yemenê di êrişên hewayî yên sê rojên dawî de zêdeyî 260 serhildêrên Hûsî hatine kuştin.

Êrişên hewayî li Marîbê hate kirin ku li keleha dawî ya hikumeta Yemenê ya li bakurê welêt e. Piraniya bakurê welêt di destê Hûsiyan de ne ku piştgiriyê ji Îranê werdigirin.

Li vî bajarê stratejîk ji meha Sibatê û vir ve şerekî giran diqewime. Di hefteyên dawî de Hûsî lez dan liv û tevgera xwe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), koalîsyonê bi daxuyaniyekê got, "36 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin û zêdeyî 264 terorîst hatin bêbandorkirin."

Hate ragihandin ku ev bîlanço encama êrişên hewayî yên sê rojên dawî ne. Li gorî heman çavkaniyan, di nava du hefteyan de zêdeyî 1600 serhildêrên Hûsî hatine kuştin.

Ev agahî ji aliyê çavkaniyên cuda ve nehatin piştrastkirin. Hûsî bi giranî li ser windahiyên xwe agahiyê nade.

Berdevkekî leşkerî yê hûsiyan ji televîzyona El Masîra ya ser bi Hûsiyan re axivî û bang kir ku operasyona li Marîbê bê dewam kirin. Li gorî berdevk 550 alîgirên hikumetê hatin kuştin, 1200 jî birîndar bûn. Lê belê têkildarî vê bîlançoyê dem nehate ragihandin. Her wiha hate ragihandin ku 90 alîgirên hikumetê dîl hatin girtin.

Piştî ku paytext Sana di sala 2014'an de kete destê Hûsiyan şerekî giran dest pê kir. Li aliyekî hêzên hikumetê yên bi piştgiriya Erebistana Siûdî, li aliyê din jî Hûsiyên ku piştgiriyê ji Îranê werdigirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan di vî şerî de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku bi milyonan kes neçar man koç bikin û nifûsa welêt li ber birçîbûnê ye. Her wiha Yemen weke welatê bi krîza herî giran a mirovahiyê ya li cîhanê ragihand.

Di daxuyaniya UNICEF'ê ya 19'ê Cotmehê de hate ragihandin ku li Yemenê ji destpêka şerê navxweyî û vir ve 10 hezar zarok hatin kuştin an jî birîndar bûn. Li Yemenê ji pênc zarokan çar jê pêwîstiya xwe bi alîkariya mirovî heye. Ev jî tê wê wateyê ku pêwîstiya 11 milyon zarokî bi alîkariyê heye.