Di êrîşa xwekujî de li Mogadîşûyê herî kêm 39 kes mirin

Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, di êrîşa xwekujî de, ku bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin, herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş li xaçerêyeke qelebalix a paytext Mogadîşû pêk hat. Çalakgerê xwekuj, wesayîta bombebarkirî bi ser girseya gel a li sûkê ve ajot û li nava mirovan teqand.

Rayedarê taxa Wadajîr a Mogadîşûyê Ahmed Abûlle Afrah ragihand, di êrîşê de herî kêm 39 kes mirin e, gelek kes jî birîndar bûne.

Piştî ku Serokkomarê nû yê Federasyona Somalî Mûhammed Abdullahî Mûhammed di 8'ê Sibatê de hat hilbijartin, ev yek bû êrîşa herî mezin.

Roja Pêncşemê di dema merasîma sondxwarinê ya Mûhammed de, bi roketan êrîş hatibû kirin û 2 zarokan jiyana xwe ji dest da bûn.

Rayedar bi giranî rêxistina Şebabê weke berpirsyarê van êrîşan dibîne. Rêxistina Îslamî Şebab di sala 2011'an de ji paytextê hatibû derxistin, lê belê hê herêmeke berfireh a bejahî kontrol dike.

Hêza Yekîtiya Afrîkayê AMÎSOM ku xwedî hêzek ji 22 hezar leşkerî ye û hêzên navneteweyî destekê didin hikûmeta Mogadîşû ku ji bo li dijî rêxistina Şebabê têbikoşe.

Rêxistina Şebab, tevî ku ji aliyê leşkerî ve derbên giran xwariye jî, di nava 12 mehên dawî de êrîşên xwe yên li dijî baregehên AMÎSOM û artêşa Somalî zêde kiriye.

Di meha Çileyê de bi du wesayîtên bombebarkirî li dijî otelek li navedan Mogadîşû êrîş hatibû kirin û herî kêm 28 kes miribûn, 48 jî birîndar bûbûn. Ev otela ku siyasetmedar gelekî lê dimînin, li nêzî avahiya Parlamentê û Qesra Serokkomariyê ye.

Rêxistina Şebabê di salên dawî de li dijî welatên endamên AMÎSOM'ê bi taybetî Ûganda û Kenyayê gelek êrîşên sansasyonel kir. Di sala 2013'an de di êrîşa li bazara bi navê Westgate ya li Kenyayê êrîşek kiribû û herî kêm 67 kes kuştibû. Di sala 2015'an de jî êrîşî Zanîngeha Garîsayê kiribû û 148 kes kuştibû, ku 142 ji van xwendekar bûn.