Di êrîşa li dijî gundekî Nîjerya de 31 kes mirin

Di êrîşeke li hember gundekî girêdayî eyaleta Borno ya Nîjerya 31 kes hatin kuştin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku êrîşkar kesên nêzî Boko Heram bûn.

Di êrîşeke li hember gundekî girêdayî eyaleta Borno ya Nîjerya 31 kes hatin kuştin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku êrîşkar kesên nêzî Boko Heram bûn.

Di êrîşa li hember gundekî girêdayî eyaleta Borna ya Nîjeryayê de li gor agahiyên destpêkê 31 kesan jiyana xwe ji dest da.

Şahidên bûyerê gotin, li gor saeta herêmî 13.00’an 50 zilamên çekdar hatin gundê Mûssa. Li gund 6 kes hatin kuştin û paşê êrîş birin ser kesên hewl didan birevin.

Endamên Boko Heram di nav 48 saetan de êrîşî 6 gundan kir, di van êrîşan de 199 kesan jiyana xwe ji dest da.