Di erdheja Nepalê de herî kêm 876 mirî

Di erdheja li bakurê rojavayê paytexta Nepal Katmandu ya bi pileya 7,9 rû da, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da. Li Hîndîstan û Çînê jî mirovan jiyana xwe ji dest da.

Di erdheja li bakurê rojavayê paytexta Nepal Katmandu ya bi pileya 7,9 rû da, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da. Li Hîndîstan û Çînê jî mirovan jiyana xwe ji dest da.

Li gor enstîtuya Jeolojî ya Amerîka, erdhej 80 km li bakurê rojavayê Katmandu, 70 km rojavayê bajarê tûrîstîk Pokhara 15 kîlometre di bin erdê de rû daye.

Erdhej di navbera 30 sanîye û du deqeyan de dewam kir. Her kes derket kolanan mirov herikîn kolanan.

Bîlançoya erdhejê her diçe zêde dibe. Li gor agahiyên dawî yên polîsan herî kêm 876 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di erdheja bi pileya 7,9 de birca Dharhara ya 50 metre bilind a li Katmandu hilweşiya. Ji nav xirbeyan de herî kêm 10 cenaze hatin derxistin

Ji ber bandora erdhejê li Everest aşût pêk hat. Kampek di bin aşûtê de ma. Wezareta Tûrîzmê diyar kir ku herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.

LI ÇÎN Û HÎNDÎSTANÊ JÎ ZÊDETIRÎ 20 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Erdhej li Hîndîstan û herêmên bakurê Çînê jî hat hîskirin. Tê diyarkirin ku li Hîndîstan û Çînê zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Piştî erdheja bi pileya 7.9, di nav 4 saetan de yek bi pileya 6,6, 16 erdhejên biçûk rû dan.

Sala 1934'an jî li paytexta Nepalê bi pileya  8.3 erdhejek rû dabû, zêdetirî 8 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Gumana ku wê windahiyên can zêdetir bin heye.