Di erdheja Nepalê de bi sedan mirî hene

Di erdheja ku li bakurê rojavayê paytexta Nepal Katmandu pêk hat, li gor bîlançoya fermî ya nû herî kêm 449 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di erdheja ku li bakurê rojavayê paytexta Nepal Katmandu pêk hat, li gor bîlançoya fermî ya nû herî kêm 449 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor enstîtuya Jeolojî ya Amerîka, erdhej 80 km li bakurê rojavayê Katmandu, 70 km rojavayê bajarê tûrîstîk Pokhara 15 kîlometre di bin erdê de rû daye. Di erdheja bi pileya 7,9 de birca Dharhara ya 50 metre bilind a li Katmandu hilweşiya. Ji nav xirbeyan de herî kêm 10 cenaze hatin derxistin. Ji ber bandora erdhejê li Everest aşût pêk hat. Kampek di bin aşûtê de ma. Wezareta Tûrîzmê diyar kir ku herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye. Erdhej di navbera 30 sanîye û du deqeyan de dewam kir. Her kes derket kolanan mirov herikîn kolanan.

LI HÎNDÎSTANÊ JÎ HAT HÎSKIRIN

Erdhej li paytexta Hîndîstanê Delhiya Nû jî hat hîskirin. Piştî erdheja bi pişeya 7.9, di nav 3 saetan de yek bi pileya 6,6, 16 erdhejên biçûk rû dan.

Sala 1934'an jjî li paytexta Nepalê bi pileya  8.3 erdhejek rû dabû, zêdetirî 8 hezar û 500 kesan jiyana xwew ji dest dabûn.