Di Derya Spî de 1300 koçber hatin rizgarkirin

Her roj êşeke din a koçberên ku dixwazin ji Lîbya derbasî Îtalyayê bibin di Derya Spî de tê jiyîn.

Li gorî rapora Rêxistina Dixtorên Sînornenas (MSF) ve hate dayîn, di tevahî xebatên bê navber ê rojê de bi qasî 1300 koçber hatine rizgarkirin. Hat diyarkirin jî di nava van koçberên ku hatine rizgarkirin de jî piranî jin û zarok in.

Li gorî rapora MSF’ê koçber ji 5 keştî û botan koçber hatine rizgarkirin, hê jî 3 keştiyên ku koçber li navin di nava deryayê de asê mane. 

Li gel koçberên ku duh li peravên Libyayê hatin rizgarkirin ji roja Çarşemê û vir ve hêjmara koçberên hatine rizgarkirin gihişte 3 hezarî.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî jî, hêjmara koçberên ku ji serê salê ve gihiştin Îtalyayê jî xwe li 7 hezarî dane, 227 koçberan jî jiyana xwe ji dest dane. Li gel ên duh hatin rizgarkirin ji 1 Çile û vir ve hêjmara koçberên ku ji Lîbyayê ve hatine 8 hezar derbas kiriye.