Di dawiya hefteyê de li peravên Lîbyayê 1.500 koçber hatin rizgarkirin

Tevî şert û mercên giran û dijwar ên li Derya Spî jî, pêla koçberiyê dewam dike. Di dawiya vê hefyteê de li peravên Lîbyayê, bi qasî 1.500 koçber hatin rizgarkirin.

Bîlançoya koçberên hatin rizgarkirin ji aliyê hêzên ewlekariya peravî ya Îtalyayê ve hat eşkerekirin. Operasyon ji aliyê hêzên ewlekariya peravî ya Îtalyayê ve hat koordînekirin. Ji roja Çarşemê û vir ve zêdeyî 4.500 kes hatin rizgarkirin.

Tenê roja Yekşemê, 900 koçberên hewl didan bi sê keştiyan xwe bigihînin Ewropayê ji aliyê keştiya Canarîas a Hêzên Deryayî ya Spanyayê û keştiyên bazirganiyên ve hatin rizgarkirin.

Bi vî rengî hejmara koçberên ji destpêka salê û vir ve xwe gihandine peravên Îtalyayê bû 8.500 kes. Di nava meha Çileyê de, li peravên Lîbyayê herî kêm 227 koçber xeniqîn yan jî li ber avê ketin û winda bûn.

PEYMANA BI LÎBYAYÊ RE

Rêveberên Ewropî roja Înê li Maltayê li hev civiyan û ji bo têkoşîna li dijî bazirganên însanan, biryar dan alîkariyê bidin Lîbyayê. Lê belê gelek rêxistinên navneteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl, li hemberî van tedbîran hişyarî dan.

Di navbera Îtalya û Lîbyayê de peymanek hat îmzekirin, ku li gorî vê peymanê wê ewlekariya sînor bê xurtkirin. Bi vê peymana ku Yekîtiya Ewropa jî piştgiriyê dide, tê xwestin pêşî li koça ji Bakurê Afrîkayê ya ber bi Îtalyayê ve were girtin.

Di peymanê de tê destnîşankirin, ku mîna li Tirkiyeyê wê li Lîbyayê jî kampên koçberan bên avakirin. Gelek rêxistin, ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî di nav de ye, nerazîbûnê nîşan didin ku şert û mercên jiyanê yên li van kampan, li derveyî mirovahiyê ne.

Koçberên li van kampan bên bicihkirin, heta ku werin dersînorkirin, yan jî bi xwe li welatê xwe vegerin, wê li van kampan bên girtin. Rêveberiya kampê wê di destê rayedarên Lîbyayê de be. Personel jî wê ji aliyê rayedarên Îtalyayê ve werin perwerdekirin. Her wiha di berdêla vê peymanê de Îtalyayê soz da ku ew ê destekê bide hikûmeta yekîtiya neteweyî ya li Lîbyayê. Di çarçoveya vê yekê de wê piştgirî ji saziyên leşkerî û polîsan re jî were dayîn. Rêveberên Ewropî yên li Maltayê li hev civiyan, sozên bi heman rengî dan.