Desteka civakê ya ji bo nîjadperestan bû sedema tirs û fikaran

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Awûstûryayê de, Van der Bellen bi dengên dawî li hemberî hevrikê xwe yê namzetê nîjadperest bi ser ket. Lê belê vê desteka nêzî ji sedî 50 a civakê ji bo nîjadperestan, rê li ber fikaran vekir.

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Awûstûryayê de, Alexander Van der Bellen bi çend dengên dawî li hemberî hevrikê xwe yê namzetê nîjadperest bi ser ket. Lê belê vê desteka nêzî ji sedî 50 a civakê ji bo nîjadperestan, rê li ber fikaran vekir.

Lewma fikar heye, ku partiya rastgiriya tund FPO di hilbijartinên parlamentê de dengekî gelekî zêde bi dest bixe. 

Van der Bellen ê partiya keskan destekê dide wî, di jimartina duh a dengan de bi sala 900 hezar dengên bi rêya nameyan hatin bikaranîn, 2 mîlyon 254 deng stend û bi ser ket. Namzetê Partiya Azadiyan a Awûstûryayê (FPO) Norbert Hofer jî bi 2 mîlyon 223  hezar dengan winda kir. Rêjeya ji sedî 49,7 ê dengên Hofer bi dest xist nîşan dide ku hilbijêrên rastgir ên li nava civaka Awûtûryayê berê xwe dane rastgiriya tund.

Di vê hilbijartina ku beşdariya hilbijêran di asta ji sedî 73 de bû, bidestixistina vî dengê zêde yê namzetê nîjadperest, rê li ber tirs û fikaran vekir. Norbert Hofer di tûra yekemîn a hilbijartinê de ji sedî 35 ê dengan stendibû. Partiya FPO ya destekê dide wî, di anketên mehên dawî yên li ser hilbijartinên giştî de weke partiya yekemîn tê dîtin.

Di anketên par de rêjeya dengên FPO di asta ji sedî 23-25'an de bû. Bi taybetî, piştî krîza penaberan ev rêje derket ji sedî 33'an.

Xuya ye polîtîkayên koalîsyona ji Partiya Sosyal Demokrat (SPO) û Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) li pêşberî rastgiriya tund bêbandor in. Rewşeke bi heman rengî li Elmanyayê jî der bûbû. Ji ber hevkariya Elmanyayê bi desthilatdariya Tirkiyeyê re kir, rêjeya dengên rastgiriya populîst zêde bûbû.