Deh sal ceza dan destgirtiyên li Tehranê reqisîn

Dadgeha Îranê, deh sal cezayê girtîgehê da du kesên destgirtiyên hev ku li ber avahiyeke sembolîk a Tehranê reqisîn.

Vîdeoyê Astiyazh Haghîghî û destgirtiya wê Amir Mihemed Ahmedî li ber Birca Azadiyê reqisîn û bi şûn de belav  bû û meha Mijdarê ya sala 2022’yan hatin girtin.

Haghîghî, li ber rêgezên heşk ên Îranê radibû, laçik nedida serê xwe.

Ajansa Nûçeyan a Mafê Mirovan (HRANA) a bi navend li DYA’yê got ku dadgeheke “şoreşê“ ya li Tehranê her bersûcek bi 10 sal û 6 meh cezak kiriye û ji ber bikaranîna înternetê derketina wan ji Îranê hatiye qedexekirin.

Her du destgirtî bi “nelirêtî û teşwîqkirina gel ber bi fihûşê ve“ û “xerakirina ewlehiya neteweyî“ hatin sûcdarkirin.

Hat zanîn ku Haghîghî niha li derveyê Tehranê, di girtgîgeha Qarchakê de girtî ye û şert û mercên vê girtîgehê ji aliyê aktîvîstan ve tê şermezarkirin.