Daristanek ji sedan kîlometreyî ya li Kalîforniyayê şewitî

Li eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ji ber şewata bi rojan e dewam dike daristana ji sedan kîlometreyî şewitî û bi deh hezaran kes ji herêmê hatin dexistin.

Li navbera bajarên Los Angeles û San Francîscoyê, Îna bihurî li du cihan şewat bi daristanê ket. Tê gotin, heta niha daristana ji 135 kîlometreyî şewitî ye. Li bajarê Santa Clarîtayê, ku hê şewat le dewam dike, ji ber ku xeterî li ser 2 hezar avahî û karehan heye, 20 hezar kes ji herêmê hatin derxistin.

Li gorî agahiyan, cesedê kesekî hatiye dîtin.

Li Sable Ranch jî, ku gelek fîlm li vir tên kişandin, tê gotin bi dehan avahî ji ber şewatê tine bûne. Ji bo vemirandina şewata li vê derê bi qasî 3 hezar endamên arkujiyê û bi dehan helîkopter dixebitin.

Saziya arkujiyê ya Los Angelesê da xuyakirin, ku li vê herêma ev 60 sal in şewat nehatibû dîtin, şewata dawî ya rû da zû li derdorê belav bû.