DAIŞ êrîşê dibe ser Rutbayê

Ber destê sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser bajarê Rutbayê yê girêdayî Ambar ê Iraqê ye. Li bajêr ku şer berdewam dike, hêzên Iraqê daxwaza alîkariya lezgîn dikin.

Hêzên Ewlkekariyê diyar kirin êrîş serê sibehê ji sê milan ve dest pê kiriye, bi wesayitên bombebarkirî êrîşan dikin û êrîş pir berfireh in.

Televizyona dewletê ya Iraqê jî diyar kir şerê li Rutbayê pir giran e û hêzên ewlekariyê yên bajêr alîkariya lezgîn xwestine.

Rayedarê artêşa Iraqê daxuyaniyek da û got, DAIŞ’ê ev êrîş bi çeteyên ku ji Sûriyê hatine pêk anîne.

Rayedarê artêşê diyar kir mirî û birîndar hene û ji bo serketina operasyona Mûsilê berdêla wê çi dibe bila bibe divê bajarên Rutbayê were parastin.