Clînton zêdeyî 2 mîlyon deng ji Trûmp zêdetir girt

Li gorî daneyên dawî yên hilbijartina serokatiya DYA, ku di 8'ê Mijdarê de pêk hat, Clînton a ku têk çû 2 mîlyon deng ji hevrikê xwe Trûmp zêdetir girt.

Li gorî weşana înternetê ya serbixwe ya bi navê Cook Polîtîcal Report, namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton bi giştî 64 mîlyon 227 hezar deng wergirt. Donald Trûmp jî bi giştî 62 mîlyon 212 hezar deng bi dest xist.

Lê belê, tevî vê cudahiya ji sedî 1,5 pûanan jî, Clînton 232 ji 538 endamên hilbijêr ên eyaletan bi dest xist û ne gihaşt Trûmp.

Di hilbijartinên DYA de herî dawî, di sala 2000'î de namzetê Demokratan Al Gore li pêşberî hevrikê xwe yê Komarger George W. Bûsh 544 hezar deng zêdetir girtibû, lê hejmara têrker a endamên hilbijêr bi dest nexistibû.

Tevî ku Donald Trûmp hilbijartin qezenç kiriye jî, hin pispor dibêjin, dibe ku di dengê elektronîk ê hin eyaletan de hîle hatibe kirin.