BI DÎMEN

Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên G20'an, li ber protestoyan dest pê kir

Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên G20'an, li paytexta berê ya Elmanyayê Bonnê dest pê kir. Komên otonom jî li dijî vê civînê xwepêşandanên protestoyî lidar xistin.

Di navbera 7-8'ê Tîrmehê de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi beşdariya serokên dewlet û hikûmetan wê civîneke bilind bê lidarxistin. Beriya lidarketina vê civînê, weke amadekarî, li bajarê Bonn ê Elmanyayê civîna bilind a Wezîrên Karên Derve yên welatên G20'an hat lidarxistin. Wezîrê Karên Derve yê DYA yên û Rex Tîllerson cara yekemîn e tevlî Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve dibe.

Tîllerson duh cara yekemîn bi  hempîşeyê xwe Rûs Sergey Lavrov re rûnişt. Tê gotin di vê hevdîtinê de pirsgirêkên li Ûkrayna û Afganîstanê hatine nirxandin. Tîllerson da xuyakirin, ku ew amade ne bi Rûsyayê li ser bingeha berjewendiyên her du aliyan li hev bikin. Tê payîn Tîllerson îro bi Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel û Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî re hevdîtinê bike.

Di serî de pirsgirêkên Sûriye û Ûkraynayê, krîza ewlekarî û penaberan di nava rojeva sereke ya rûniştina îro de cih digirin.

KOMÊN ÇEP Û OTONOM ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ LIDAR XISTIN

Civîna li navenda kongreyê-Bonn WCCB hat lidarxistin, ji aliyê gelek tevger û rêxistinên civakî yên sivîl ve bi dirûşma 'Cîhaneke din pêkan e' hat şermezarkirin.

Netzwerk Friedenskooperative (Tevna Hevkariya Aştiyê), Bonner Jugendbewegung (Tevgera Ciwanan a Bonnê), Das Erwerblosenforum Deutschland (Forûma Bêkaran a Elmanya)  û gelek komên din ên çep û otonom, ev civîna bilind protesto kirin.

Ji Heûsalleyê heta navenda kongreyê ya WCCB'ê, ku civîna bilind lê dihat lidarxistin, girseya gel meşiya. Di meşê de alên însiyatîf û tevgerên çep ên Elman û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de pankarta bi nivîsa li ser daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê, hat vekirin û dirûşmên ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Şoreşa Rojava hatin qîrîn.

Heta dawiya meşê dirûşmên "Bijî piştgiriya enternasyonal", "Çek û pereyên Elman li her devera cîhanê mirovan dikujin" û "Antîkapîtalîsta" hatin qîrîn.

'G20 JI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN BÊHTIR, ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN E'

Nûnerên gelek koman piştî meşê ji girseya gel re axivîn û destnîşan kirin, ku welatên G20'an, ji çareserkirina pirsgirêkên global ên ji ber şer rû dane bêhtir, serkêşên van pirsgirêkan e.

Qisekeran bibîr xistin, ku pirsgirêka penaberan encama vî şerî ye û destnîşan kirin, ku ji Afganîstanê heta Brezîlyayê, ji Afrîkayê heta Ûkraynayê û Rojhilata Navîn, fînansorê êş û zilmê welatên G20'an e.

Di axaftinan de tevî şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê, sansura li ser çapemeniyê û komkujiyên ji aliyê dîktatoriya Qesra Erdogan ve tê kirin, hatin bibîrxistin.

Di mîtîngê de ji bo Kurdistanî û Tirkiyeyê banga dayîna piştgiriyê hat kirin. Li ser navê NAV-DEM'ê jî Ayten Kaplan axivî. Kaplan bal kişand ser bûyerên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin û anî ziman, ku ew li bendê ne di referandûma 16'ê Nîsanê de ev kom piştgiriyê bidin wan. Çalakî bi stranên komên muzîkê yên protest, qediya.

Ji ber Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên G20'an, ku zêdeyî 2000 lê wezîfedar in, gelek rêyên nava bajêr û li derveyî bajêr hatine girtin.