Civîna Bilind a COP21 wê Jiyana li Parîsê bitevizîne

21. Civîna Bilind a Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) wê roja Duşemê li paytexta Fransa Parîsê destpê bike.

21. Civîna Bilind a Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) wê roja Duşemê li paytexta Fransa Parîsê destpê bike.

Ji bo civîna bilind, serokên dewlet, hikûmet û nûnerên zêdeyî 180 welatan wê lê amade bin, tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine girtin.

Ji ber van tedbîran wê sibe û roja Duşemê, di serî de trafîk wê gelek aktîvîteyên li bajêr bisekinin.

Waliyê Herêma Ile-de-France Jean-Françoîs Carenco name ji sendîkayên karkeran re şand û hişyarî da ku ji ber tedbîrên di merasîma vekirina COP21 de bên girtin, dibe ku xizmetên otobus û metroyan, bisekine.

Carenco ragihand, ku ji ber hejmara zêde ya serokên dewletan ên beşdarî merasîma vekirinê bibin, ew neçar mane tedbîrên tund ên ewlekariyê zêde bikin.

Walî di nameyê de her wiha ji welatiyên biçin Parîsê jî xwest ku roja Yekşemê piştî nîvro û roja Duşemê, eger 'ne ji neçarî be' wesayîtan bi kar nînin û dernekevin trafîkê.

Hêjayî gotinê ye di êrîşa çeteyên DAIŞ'e ya 13'ê Mijdarê de li 6 nuqteyên cuda yên Parîsê 130 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji bo ewlekariya civîna bilind a COP21 ya roja Duşemê destpê bike, 15 hezar 600 polîs, jenderme û endamên artêşê hatine wezîfedarkirin.