Civîna Bilind a Avhewayê COP21 bi 'hêviyên mezin' destpê dike

21. Civîna Bilind a Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21, li qada fûarê ya Boûrget a li Parîsê îro bi awayekî fermî destpê dike.

21. Civîna Bilind a Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21, li qada fûarê ya Boûrget a li Parîsê îro bi awayekî fermî destpê dike. Tê payîn ku zêdeyî 140 serokên dewlet û hikûmetan beşdarî COP21 bibin. Li Parîs û derdora wê tedbîrên tund ê ewlekariyê hatine wergirtin.

Ji bo pêşîgirtina li guhertina avhewayê, 'hêviyên' hemû cîhanê bi COP21 ve hatiye girêdan. Nayê zanîn ku wê COP21 serketî be yan na. Hemû sozên heta roja îro di vî warî de hatin dayîn, têrê nekirin.

ZÊDEYÎ 140 SEROKÊN DEWLETAN BEŞDARÎ MERASÎMA VEKIRINÊ DIBIN

Ji bo pêşîgirtina li felaketa avhewayê, girîng e heta sala 2100'î germahiya global di bin 2 pileyan de bê hiştin. Civîna Bilind COP21 jî ji bo xwegihandina vê armancê, weke kombûneke girîng tê dîtin. Merasîma fermî ya vekirina COP21 wê saet di 10:00 de pêk were.

Axaftina vekirinê ya Civîna Bilind wê ji aliyê welatê malovaniyê dike Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon ve bê kirin. Muzakereyên heyetan ên di çarçoveya COP21 de jî, duh êvarê destpê kirin.

Ji bo COP 21'an tê payîn ku heyetên 195 welatên endamê Nyeteweyên Yekbûyî bên Parîsê. Di merasîma vekirinê de jî çav li rê ye ku di asta serokên dewlet û hikûmetan de nûnerên zêdeyî 140 welatan amade bin.

BI DEH HEZARAN POLÎS Û JENDERME DI ASTA ALARMÊ DE WEZÎFEYÊ DIKIN

Ji bo Civîna Bilind a ku wê heta 11'ê Kanûnê dewam bike, ji ber komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê, tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine wergirtin. Zêdeyî 15 hezar polîs û jenderme wê derdora qada fûarê ya Boûrget û heyetên dewletan biparêzin. Ji ber COP21, li Parîs û derdora wê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine wergirtin.

Bi hezaran kesên ku dibêjin di COP21 de wê dewlet sozên xwe dubare bikin û ti gavên pratîkî neavêjin, duh li Parîsê xwepêşandaneke mezin lidar xistibûn. Polîsên Fransayê yên dest li xwepêşandanê werdan, zêdeyî 200 kes kiribûn binçavan.

MUZAKERE DIBE KU DEMEKE DIRÊJ BIDOME

Di nava 12 rojên civîna bilind a bi beşdariya deh hezaran kesan de, wê bi sedan konferans, semîner û xebatên agahdarkirinê bên lidarxistin û meşandin. Bi sedan rêxistinên civakî yên sivîl ên hawirdorparêz jî wê di civîna bilind de amade bin û ji bo muzakere bi ser bikevin, xebatên lobî bimeşînin.

Tê plankirin ku muzakereyên COP21 heta 11'ê Kanûnê roja Înê biqede. Lê belê hin çavdêr radigihînin muzakere dibe ku heta 12 yan jî 13'ê Kanûnê bidome. Bi taybetî welatên bi pêş dikevin, ji bo têkoşîna li dijî guhertina avhewayê li benda alîkariya malî ne. Welatên Çîn, Hîndîstan, Kanada, Rûsya û Îran ku bi bikaranîna petrol, komir û gazê re atmosferê kirêt dikin, xuya ye ku wê bikaranîna van cureyên enerjiyê neterikînin.

COP21, ji sala 1992'an dema îmzekirina Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên yekbûyî û vir ve cara 21'an tê lidarxistin.