Çîn bû hevkarê herî mezin ê Elmanya yê bazirganiyê

Di hinardekirinê de Çînê da pêşiya DYE’ê û Elmanyayê û bû şîrikê herî mezin ê Elmanyayê.

Li gorî Rêveberiya Îstatîstîk a Elman Federas (Destatîs) bazirganiya di navbera Elmanya û Çînê de ya 2016’an li gorî sala beriya wê pir zêde bûye. Çîn ku 2015’an partnerê 4. ê Elmanya bû 2016’an bû yê 1.

Li gorî vê bazirganiya di navbera Çîn û Elmanyayê de bû 170 mîlyar Euro. Elmanya sedî 7’ê li xwe zêde kir û bi 76 milyar euru xizmet û berhem firote Çînê, ji Çînê jî 84 milyar euro hinarde kir.

Asta bazirganiya Fransayê ya bi Elmanyayê re ku ji mêj ve ye şîrîkê herî mezin ê Elmanyayê bû, weke 167 milyar euro pêk hat. Şîrikê 3. yê Elmanya jî bi 165 milyar euro bû Dewletên Yekbûyî yê Emrîkayê.

1975-2014 partnerê herî mezin ê Elmanya Fransa bû, cara pêşî DYE 2015’an ketibû rêza pêşî de.

Li gorî daneyên 2015’an îxracata giştî ya Komara Gel a Çînê 2 trîlyon û 275 milyar dolar, ya DYE’yê 1,5 trîlyon dolar û ya Elmanya jî 1,3 trîlyon dolar e.