CDÛ dixwaze duwelatîbûnê rake

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyan (CDÛ) a ku hevparê mezin ê desthiladariya Elmanyayê ye, di kongreyê de têkildarî rakirina duwelatîbûnê pêşniyar kir, Serokwezîr Angela Merkel li dijî vê derket.

Di kongreya CDÛ’yê de ku li bajarê Essenê didome, têkildarî Qanûna Duwelatîbûnê ya ku di çarçoveya têkiliyên bi Tirkiyeyê re hate rojevê, biryar  gavavêtina bi şûnde dabû. Di dengdana îro de, ji sedî 51 delegeyên CDÛ’yê ji bo ku qanûna duwelatîbûnê  rabe degen bi kar anî.

Lê, têkildarî dengdayînê Serokwezîr Angela Merkel daxuyanî da û diyar kir ku li gorî qanûna demê ne mimkûn e guhertinek wisa pêk were. Merkel anî ziman ku hilbijartinên 2017’an li ser weedên wisa nayê avakirin.

Pêkanîna duwelatîbûnê di van 2 salên dawî de li ser çalakiyên derdorên alîgirên AKP’ê û daxuyaniyên şantajê yên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li dijî hikûmeta Elmanyayê dîsa kete rojevê. Siyasetmedarên Elman ên muhafazakar bal kişandin ser divê biyaniyên li welat ‘Tenê li ser hilbijêriya welatekî’ bin.