Çad a li dijî Boko Haram şer dike careke din cezayê îdamê anî

Çad a ku cezayê îdamê beriya 6 mehan rakiribû, ji ber êrîşên terorîstên Boko Haram careke din ev ceza qanûnî kir.

Çad a ku cezayê îdamê beriya 6 mehan rakiribû, ji ber êrîşên terorîstên Boko Haram careke din ev ceza qanûnî kir.

Di dengdana li Parlamenta Çadê de, qanûna ku li ser kiryarên êrîşên terorîstî cezayê îdamê ferz dike, hat erêkirin. Bi vî rengî cezayê îdamê yê beriya 6 mehan hatibû rakirin, ji nû ve hat anîn.

Bi qanûna nû re, sûcên bi cezayê girtîgehê yê 8 heta 20 salan dihat darizandin, wê êdî karibe bi cezayê ragirtina heta bi hetayê bên darizandin. Her wiha dema binçavkirinê ya 48 saetan jî bû 30 roj û ev yek dikare 2 caran bê dirêjkirin.

Di parlamentê de her wiha li hev hat kirin ku pênasekirina terorîzmê, çalakiyên şexsî yên azadiya ramanê negire nava xwe.

Çad a ku rastî êrîşên Boko Haram tê, bi Nîjerya, Nîjer û Kamerûnê re bi hezaran leşkerên xwe re tevlî operasyonan dibe.