Brexît wê 30 hezar kesên li Îngilîstanê bêkar bike

Tê gotin, piştî ku Îngilîstanê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, bankayên li qada navneteweyî dixebitin ên li Îngilîstanê, wê navendên xwe ji vê derê rakin û ji ber vê yekê jî wê 30 hezar kes bêkar bimînin.

Navenda Lêkolînê Brûegel a li Brukselê, ku bi karên xwe yên li ser Yekîtiya Ewropayê tê naskirin, têkildarî bandora Brexîtê li ser sektora fînansê raporek weşand.

Li gorî raporê, piraniya bankanyên li Londonê, ji ber Brexîtê wê navendên xwe bar bikin Yekîtiya Ewropayê. Di rewşeke bi vî rengî de wê çavkaniyek ji 1.8 trîlyon EuroyÎ ji Îngilîstanê derkeve.

Ev yek jî dibe ku bibe sedem li Îngilîstanê nêzî 30 hezar kes bêkar bimînin.

Hikûmeta Îngilîstanê çend roj berê bi temamî biryar dabû ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve. Ev biryar tê wê wateyê ku ev welat wê ji bazara hevpar jî derkeve.

Ji bilî sektora fînansê, tê gotin ku zêdeyî 230 hezar kes wê ji ber Brexîtê bêkar bimînin.