Bohmermann ji bo Merkel got: Min bi çayekê serwîsî despotekî nevropat kir

Komedyen Jan Bohmermann ê ji ber helbesta wî ya têkîldarî Erdogan de der heqê wî de doz vebû, ji ber lêpirsînê Angela Merkel bi zimanekî tund rexne kir, ji bo Erdogan jî got, ‘despotekî nevropat.’

Komedyen Jan Bohmermann ê ji ber helbesta wî ya têkîldarî Erdogan de der heqê wî de doz vebû, ji ber lêpirsînê Angela Merkel bi zimanekî tund rexne kir, ji bo Erdogan jî got, ‘despotekî nevropat.’

Bohmermann ê helbesta wî ya di kanala ZDF’ê bernameya Neo Magazîn Royale ya ku li ser Erdogan amade kiribû bibû mijara nîqaşê, piştî demekê bêdengiya xwe xira kir û roportaj da rojnameya Dîe Zeît.

Bohmermann ji ber Serokwezîra Elman Angela Merkel hiştiye der heqê wî de ji sûcê “heqareta li serokên biyanî” lêpirsîn vebe, ew bi zimanekî tund rexne kir, wiha got: “Serokwezîr, dema mijar bû azadiya fikran divê nelukume.”

Jan Bohmermann xwe bi hunermend Aî Weîweî yê berê li Çinê hatibû girtin re qiyas kir, got Merkel ew avêtiye pêşiya despotê Tirk Erdogan. Bohmermann wiha anî ziman: “Lê, Merkel li şûna azadiya ramanan biparêze, min bi çayekê serwîsî destpotekî nevropat kir.”

Bernameya Jan Bohmermann pêşkêş dikir, Tirkiye bi hinceta ku heqaret li Erdogan kiriye bi zextê demeke kurt ji weşanê rakiribû. Bernameya Komedî ya Neo Magazîn Royale wê 12’ê Gulanê careke din bikeve weşanê, Bohmermann dabû xuyakirin ku wê ji bernameya radyo ya bi navê ‘Sanft und Sorgfältig’ veqete.