Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

BND'ê agahiyên ji artêşa Amerîka re diçûn, ji nedîtî ve hatiye

Li gorî belgeyên di bernameya 'Fakt' a qenalên Elman MDR û ARD de hatin weşandin, derket holê, qelsiya ewlekariyê ya ji aliyê Rêxistina Agahîgirtinê ya Federal (BND) ve hatiye tespîtkirin, ji otorîteyên Elman hatiye veşartin.

Di nûçeyê de ku agahiyên xwe dispêre belgeyên veşartî yên BND ên sala 2005'an, hat îdîakirin ku agahiyên li ser şîrketeke Amerîka ya hilberînera kamera ya bi navê NetBotzê hatine veşartin. Li gorî vê yekê, di sîstemê kamerayên ewlekariyê de, ku şîrketa NetBotzê ji Elmanyayê re difirot, 'sîstemeke veşartî ya elektronîk' hebû ku yekîneyên leşkerî yên Amerîkayê dikarîbûn xwe bigihînin wê.

Hat fêhmkirin ku yekîneyên Amerîkî bi hêsanî wêneyên van kamerayên ewlekariyê bi dest dixisitn û ev sîstemên kamera yekser bi servereke yekîneyên leşkerî yên DYA ve girêdayî bû. Lê belê derket holê, ku BND a haya xwe ji vê rewşê çêbû, ev agahî bi otorîteyên Elman re parve nekir.

Li gorî agahiyan, BND a ku ev yek di sala 2004'an de tespît kir, ev qelsiya ewlekariyê demeke dirêj veşart. Her wiha şîrketa NetzBotzê jî ji bo gumanên gengaz ji holê rake, hewl da tevlî nava şîrketeke Elman bibe.

Di nûçeyê de hat ragihandin, ev şîrket piştî sala 2007'an ji aliyê şîrketa Schneîder Electrîc a Fransayê ve hat kirîn û Dozgeriya Federal a Elmanyayê di sala 2015'an de lêpirsîn têkildarî vê bûyerê vekiriye.

Di belgeyên xebatkarê berê yê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) Edward Snowden de hatibû dîtin, ku BND di gelek mijaran de derketiye derveyî erka xwe.