Biryara danekirinê ya Çînê wê tehdê li Koreya Bakur bike

Çîn, ji ber bernameya wê ya nukleerî, biryar da ji îro û pê ve komirê ji Koreya Bakur nekire. Tê payîn, ev biryara Çînê ji aliyê aborî ve gelekî tehdê li Koreya Bakur bike.

Piştî ku Koreya Bakur roja Yekşemê fuzeya balîstîk a bi navê Pûkgûksong-2 ceriband, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ji bo zextan bike giranî dabû ser Çînê. Li dijî Koreya Bakur a ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara danekirinan da bû, Çînê jî duh biryara danekirinê da.

WÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI ABORIYA KOREYA BAKUR BIKE

Li gorî biryara ji aliyê hikûmeta Çînê ve hat ragihandin, kirîna komirê ji Koreya Bakur wê heta dawiya vê salê bê sekinandin. Tê gotin, bi vê biryarê re wê pirsgirêkên aboriyê yên li Koreya Bakur zêdetir bibin.

Koreya Bakur di sala 2016'an de 22,5 mîlyon ton komir firotibû Çînê û 1,2 mîlyar Dolar ji vê firotinê qezenc kiribû. Di heman demê de rêjeya firotina komirê li gorî sala 2015'an ji sedî 15 zêde bû bû.

Tê gotin, ev biryara Çînê ji bo bicihanîna pêşnûmeya bi hejmara 2321 e, ku di Mijdara 2016'an de li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatibû qebûlkirin. Li gorî vê biryarê, kirîna komirê ji Koreya Bakur, salê herî zêde divê bi 400 mîlyon Dolarî yan jî 7,5 ton be. Ev yek jî tê wê wateyê ku li gorî sala 2015'an divê ji sedî 62 bê kêmkirin.

BERNAMEYA NUKLEERÎ Û BÛYERA KUŞTINA KÎM JONG-NAM BI BANDOR BÛ

Li gorî îdîayan, polîtîkayên Kîm-Jong-ûn ên li ber tevahiya cîhanê radibe û dest ji bernameya nukleerî bernade, bandor li vê biryara danekirinê ya Çînê kiriye.

Di heman demê de tê gotin, têkiliya vê nerazîbûna Çînê bi kuştina birayê Kîm Jong-ûn Kîm Jong-nam heye, ku roja Duşemê li Malezyayê hatibû kuştin. Kîm Jong-nam ku demeke dirêj li bajarê Macao dijiya, tê îdîakirin ku tercîha Çînê bû.