Bîlançoya zelzeleya li Îtalyayê: 281 mirî, bi dehan windahî

Li Italyayê ji ber zelzeleya roja Çarşemê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihişt 281’ê, tê ragihandin ku di nav xirbeyan de hê jî gelek kes hene.

Li qada çiyayî ya ku li bakurrojhilatê paytext Romayê ye, roja Çarşemê danê sibehê saet 03.30’an zelzeleyek bi dijwariya 6,2 pêk hatibû. Li vê qadê xebatên rizgarkirinê didome. Di xebatan de ku zêdetirî 4 hezar mirovî tevlî bûne, tê hedefkirin ku bi dehan kesên di nav xirbeyan de mane bên rizgarkirin.

Li gor agahiyên ku rayedarê parastina sivîl ê Îtalyayê da, ji duh êvarî ve hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane wek 281 hatiye tespîtkirin. Hejmara birîndaran jî nêzî 400’î ne.

Li bajarokê Amatrîce zêdetirî 200 kesî jiyana xwe ji dest daye, li gor Serokê Şaredariyê Sergio Pirozzi herî kêm 15 kes hê di nav xirbeyan de ne.

Li gundê bi navê Pescara del Tronto jî piştî laşê bêcan ê 30 kesî ku hatibû ragihandin ku winda ne, hatin dîtin, xebatên rizgarkirinê hatin bidawîkirin.

Tê ragihandin ku hin tûrîst jî mirine. Li gor vê 6 Rûmen, 3 Brîtanyayî, 3 welatiyên Spanya, Kanada û Arnavûtlûk jiyana xwe ji dest dan, hê 17 welatiyê Romanya yên winda hene.

Hate diyarkirin ku îro hin kesên jiyana xwe ji dest dane wê li komuna Ascoli Piceno bên veşartin, di çarçoveya şînê de ku li giştî welêt hate îlankirin, wê al ber bi jêr bên kişandin.