Bîlançoya karesata keştiyê ya li Misrê: Herî kêm 202 kes mirin

Piştî ku di 21'ê Îlonê de li peravên Misrê keştiyek penaberan bin av bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê destpê kirin. Heta niha 202 cesed ji nava avê hatine derxistin.

Keştiya penaberan a ji rojhilatê Îskenderiyeyê tevî 450 penaberan bi rê ket, roja 21'ê Îlonê noqî binê avê bû. Ji vê keştiyê bi tenê 169 kes hatin rizgarkirin.

Piştî ku beşek ji vê keştiyê duh derket ser rûyê avê, gelek cesed hatin dîtin. Hejmara penaberên cesedên wan heta niha hatine dîtin, gihîşt 202 kesan.

Li gorî agahiyên ji aliyê Waliyê Herêmê Mûhammed Sûltan ve hatin dayîn, xebatên rizgarkirinê gihîştine qonaxa dawî. Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) da xuyakirin, ku di keştiyê herî kêm 450 penaber hebûn û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku bi qasî 300 be.

Berdevkê IOM'ê Joel Mîllman da xuyakirin, ku ev karesat yek ji mezintirîn trajediyên îsal in.

Di vê keştiyê de penaberên ji Sûdan, Erître û Somalî hebûn.

Li gorî daneyên IOM'ê, ji destpêka vê salê û vir ve zêdeyî 300 hezar penaber di ser Derya Spî re xwe gihandine welatên Ewropayê. Lê belê herî kêm 3 hezar 200 kes xeniqîn.