Bi sed hezaran kes li Barcelonayê ji bo penaberan meşiyan

Bi sed hezaran kesên li paytexta Katalonya Barcelonayê li hev civiyan, ji bo bes penaber li Derya Spî jiyana xwe ji dest bidin, bang kirin ku penaber bên qebûlkirin.

Li ser banga Şaredar Ada Colaû, li paytexta herêma Katalonayayê Barcelona, xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin. Tê gotin, herî kêm 160 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêran bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kirin, bi taybetî bang li rêveberiya Spanyayê kirin, ku penaberan qebûl bikin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa 'Lêborîn nîne, em niha qebûl bikin' hatin hildan û ji Spanyayê hat xwestin, soza xwe ya ji bo qebûlkirina 16 hezar penaberan bi cih bîne.

Li gorî biryara welatên Yekîtiya Ewropayê, ku di Îlona 2015'an de hat girtin, divê Spanya heta dawiya vê salê 16 hezar penaberên ji Sûriyeyê qebûl bike. Lê heta niha tenê 1100 penaber qebûl kiriye.

Şaredara Barcelonayê Ada Colaû, ku partiya çep a radîkal a bi navê Podemos jî piştgiriya wê dike, par ji bo qebûlkirina penaberên ji Sûriye, Iraq, Afganîstan û Erîtreyê planek amade kiribû.