Bi hezaran koçberên li Calaîs hatin berdan

Beşek mezin kampên koçberên ku di salên dawî de li ji devera bejahiya nêzî bajarê Calaîs ê Fransayê hatin û xwestin koçî Îngirltereyê bikin hatin valekirin.

Li gel biryara hikûmetê ya ku hate girtin, beşek mezin koçberên ku li kampên ku sala borî li Calaîsê hatin avakirin û jimara wan digihije 6 ta 8 hezaran ji bo veguhezin beşên din ên welat hatin şandin. Di çarçoveya operasyona ku di saetên danê sibehê de hate kirin de nêzî hezarû 250 polîs hatin erkdarkirin, koçber bi 60 otobusan tên veguhestin.

Koçberên ku bi otobusan ji aliyê hikûmetê ve ji bo herêmên din ên ku hatine amadekirin ve bi rê kirin, operasyona ku hate meşandin bi bê alozî derbas bû.

Lê nêzî 2 hezar koçberên ku li herêmê dijîn û dixwazin derbazî Îngiltereyê bibin, nexwestin biçin, yan jî ji beriya mudaxeleya polîsan tê payîn ku revîbin.