Berxwedana gelê Perûyê bi ser ket

Li Perûyê piştî ku serokkomar Castîllo ji peywirê hate stendin, gelên Perûyê ev du meh in çalakî dikirin. Kongreyê biryar da ku hilbijartinan zûtir bike.

Serokkomar Pedro Castîllo di 7’ê Kanûna 2022’an de ji aliyê kongreyê ji peywirê hatibû stendin û piştre hatibû girtin. Piştî girtina Castîllo gelên Perûyê dest bi çalakî û xwepêşandanan kir. Di van çalakiyan de herî kêm 60 xwepêşander hatibûn kuştin. Ji ber van çalakiyan dîroka hilbijartinê ya di 24’ê Nîsana 2024’an de hate guhertin. Kongreyê biryar da ku hilbijartin îsal di meha Cotmehê de were kirin.

Gelên Perûyê dixwestin ku bila hilbijartin zûtir were kirin, Castîllo were berdan û Dîna Bolûarte yê ku li şûna Castîllo hatiye peywirdarkirinjî îstîfa bike. Yek ji daxwazên gelên Perûyê ev bû ku bila makeqanûneke nû were amadekirin û pêşkêşî referandûmê were kirin.