Berlînale ya 66. bi fîlmê birayên Coen destpê dike

66. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî, di 11'ê Sibatê de bi fîlmê "Haîl, Caesar!" ên birayên Joel û Ethan Coen destpê dike. Ji bo xelta 'Hirçê Zêrîn' jî wê 18 fîlm di festîvalê de tevlî pêşbirkê bibin.

66. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî, di 11'ê Sibatê de bi fîlmê "Haîl, Caesar!" ên birayên Joel û Ethan Coen destpê dike. Ji bo xelta 'Hirçê Zêrîn' jî wê 18 fîlm di festîvalê de tevlî pêşbirkê bibin. Bi giştî jî wê 434 fîlm werin nîşandan.

66. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlînale) roja Duşemê destpê dike. Festîval wê di navbera 11 û 21'ê Sibatê de bi dirûşma "Mafê Bextewariyê" (Recht auf Gluck) pêk were. Hat ragihandin, ku bi vê yekê re tê xwestin, bal bê kişandin ser rewşa bi mîlyonan penaberên ji ber şer ji cih û warên xwe bûne.

Bernameya festîvalê li gorî par bêhtir dewlemend e. Ji hemû beşan wê 434 fîlm werin nîşandan û ji van 18 fîlm wê ji bo wergirtina xelatên 'Hirçê Zêrîn' û 'Hirçê Zîv' tevlî pêşbirkê bibin. Di nava 10 rojan de wê fîlm li Zoo Palast, Cinemaxx, Friedrichstadt-Palast, Cine Star bi giştî li 20 sînemayan bên nîşandan. Di beşa forûma festîvalê de wê fîlmê "Malên bê derî" yê derhênerê Ermenî Avo Kaprealîan li ser şerê li Sûriyeyê û mirovên zerar ji şer dîtine amade kiriye, bê nîşandan.

Berlînale ya îsal wê ji aliyê 4 hezar rojnamevan û rexnegirên fîlman, her wiha ji aliyê 40 hezar derhêner, lîstikan û çêkerên fîlman ve were şopandin. Li gorî daxuyaniya komîteya amadekar a festîvalê, tê payîn 250 hezar Berlînî li fîlman temaşe bikin.

JI GHOBADÎ FÎLMÊ ŞENGAL Û KOBANÊ

Dokûmanter-fîlmê bi pêşengiya Bahman Ghobadî ji aliyê 8 zarokên derhêner ve hatiye kişandin, li kampa mirovên ji Kobanê û Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê reviyane hatiye amadekirin. Di vê dokûmanterê de ji çavê her zarokî çîrokeke cuda tê vegotin û mijdarên dram, penabertî, birçîbûn û lêgerînê vedibêje. Ev fîlm wê di beşa generationa filmên dokûmanter a festîvalê de were nîşandan.