‘Berdevkê’ çalakiyên polîsan endamê partiya nîjadperest e

Derket holê ku kesê li pişt pêşandanên polîsan ên li Fransayê di rastî de ne polîs e û girêdayî partiya nîjadperest a Eniya Neteweyî ye.

Di serî de paytext Parîs, polîsên ku lig elek bajaran daketin kolanan xwestin ku hikûmet ji bo sûcên li dijî wan tevdîran bigire. Lê, hate fêmkirin ku ev pêşandan ji hêla Eniya Neteweyî (Front National) a di lîdertiya Marîne Le Pen tê lidarxistin.

Li gor nûçeyên medyaya Fransî, kesê bi navê Rodolphe yê pêşengtiya çalakiyên polîsan dike û di gelek çalakiyan de bi sifatê ‘berdevk’ ji medyayê re daxive, di rastî de ne polîs e. Hate diyarkirin ku navê vî kesî di gelek metnên bangê de heye û sifatên mîna ‘lîderê çalakvanan’ lê tê kirin.

Ev kesê ku ne polîs e, sala 2014’an di hilbijartinên xwecihî de ji Eniya Neteweyî namzetiya xwe ji bo 18’emîn Meclîsa Şaredariya Parîsê daniye.

Tê gotin ku ev hemleya partiya nîjadperest a êrîşên li dijî polîsan bi kar tîne, stratejiya hilbijartinên 2017’an e. Piraniya anketan, nîşan didin ku wê lîderê Eniya Neteweyî Marîne Le Pen di hilbijartinên serokkomariyê de bimîne tûra duyemîn.

Dihat zanîn ku ev 2 salên dawî nîjadperestan pirsgirêkên mîna êrîşên terorî, penaber û bêkariyê ji bo hilbêjiran ber bi xwe bikşînin wek firsend bi kar tanîn.