Bakurê Italyayê wê ji bo xweseriya bacê biçe referandûmê

Herêmên Lombardiya û Venedîkê ên bakurê Italya li dijî razemîniyên li herêmên hêjartir ên başûr ên rêveberiya navendî ya Italyayê, ji bo zêdetir xweseriyê wê biçin referandûmê.

Duh ji hêla Waliyê Lobanrdiya Roberto Maronî ve referandûm hate ragihandin, wê ji gelên du herêman were pirsîn bê ka ew ji hikûmeta navendî zêdetir xweseriyê dixwazin an na. Ti girêdana hiqûqî ya referandûmê nîn e.

Di referandûmê de wê were pirsîn, parên ku bi destê rêveberiya navendî ve ji bo herêmên hejartir ji Lombardiya û Venedîkê dişînin herêmên din ên Italyayê hûn dixwazin kêmtir ji baca we were şandin an na?

Tê payin encama referandûma konsultîf ku 22’yê Cotmehê wê were kirin, wê destê herêmên Lombardiya û Venedîkê li pêşberî rêveberiya navedî di bazaran de xurtir bike.

Herêma Lombardiya ku 1 ji 4’an hatine millî ya Italyayê pêk tîne û ji Venedîk a ku yek ji dewlemendtirîn herêmê tê zanîn salê 70 milyar Euro ji bo hikûmeta navendî tê şandin.

Bakurê Italyayê ji hêla sanayiyê ve dewlemendtir e, başûrê wê jî bi  razemîniyên hikûmeta navendî li ser piyan dimîne. Tê texmînkirin, di van salên dawî de ji Calabrîa, Sicilya û Sardînya jî di nav de ji 9 herêmên ku weke Mezzogîorno tê navandin bi sedan milyar euro pere hatine şandin.

Herêmên bakur jî dibêjin ji ew ji hêla herêmên başûr ve ku ji hêla aborî ve li paş in têne mêtin.