Ayîna bi sed hezaran heywan tên qetilkirin hat qedexekirin

Li Nepalê, ayîna her pênc salan carekê tê kirin û bi sed hezaran heywan tên qurbankirin, taliyê hat qedexekirin. Bi biryara qedexekirinê re, têkoşîna bi salan a parêzvanên mafên heywanan gihîşt encama xwe.

Li Nepalê, ayîna her pênc salan carekê tê kirin û bi sed hezaran heywan tên qurbankirin, taliyê hat qedexekirin. Bi biryara qedexekirinê re, têkoşîna bi salan a parêzvanên mafên heywanan gihîşt encama xwe.

Ayînên qurbanan, ku mezintirîn merasîma qurbankirina heywanan a cîhanê ye û ji aliyê Perestgeha Gadhîmaî ve tê organîzekirin, bi dawî dibin. Ayîna li ser navê Xwedawend Gadhîmaî ve tê kirin, wê ya di dorê de di sala 2019'an de bê kirin. Lê di vê ayînê de wê heywan neyên serjêkirin.

Motîld Prasad li ser navê Perestgeha Gadhîmaî daxuyaniyek da û got, "Bi alîkariya we re, em ê ayîna xwe ya dema pêş bêyî rijandina xwînê pîroz bikin. Êdî dem hatiye em vê kevneşopiya berê biguherînin. Dem hatiye em komkujî û şîdetê bi pratîkeke çandî ya aştiyane ku jiyanê pîroz dike, biguherînin."

Ayîna serjêkirina heywanan a li Perestgeha Gadhîmaî ku 160 kîlometre dûrî paytext Katmandû ye, ev 300 sal in tê lidarxistin. Her pênc salan carekê ji Nepal û Hîndîstanê 2,5 heta 5 mîlyon Hîndû bi baweriya 'bi dest xistina jiyaneke baştir' beşdarî ayînê dibin.

Di ayînê de her carê bi qasî 500 hezar gamêş, bizin û mirîşk dihatin serjêkirin.