Artêşa Sûriyeyê: Li aliyê Babê nêzî 30 cih hatine girtin

Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku li Bakurêrojhilatê Helebê li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêş ve diçin.

Artêşa Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li aliyê Babê nêzî 30 cih xistine bin kontrola xwe û pêşve diçin.

Di navbera artêşa Sûriyeyê û Babê de bi qasî  11 kîlometre maye.

Dewleta Tirk jî bi mehane dixwaze bajarê Babê dagir bike. Lê belê heta niha pêşveçûnekî bidest nexistine.

Dewleta Tirk bi navê 'Mertalê Firat'ê operasyona ku dayî destpêkirin, bi dehan leşkerên wan hatine kuştin. Êrîşa dewleta Tirk a herî dawî ya li ser Babê di 31'ê Çileyê de ku bi bombebaranê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.

Hinek çavkaniyan jî  îdîa kirin ku  Rûsya û Tirkiyeyê ji bo Babê bihêlin ji artêşa Sûriyeyê re lihev kirine.