Artêşa DYA wê destûreê bide Xeta Dakota

Artêşa DYA da xuyakirin, ku ew ê destûrê bide Xeta Lûleyê ya Dakota, ku ev xet gefê li çavkaniyên avê yên axa xwecihiyan dixwe.

Xeta ji 1886 kîlometreyan a ji nava çar eyaletan derbas dibe, ji bilî beşa ji 2 kîlometreyan a li binê Gola Oahe ya li Sîoûxê bê bicihkirin, temam bûye. Xwecihî li dij in ku li binê gola ku çavkaniya wan a ava vexwarinê ye, xeta lûleyê bê çêkirin. Xwecihî dibêjin, eger tiştek bi vê lûleyê were û ji ber biçe, wê zerareke gelekî giran bide çavkaniya wan a avê.

Çêkirina vê xetê, ji ber berxwedana xwecihiyên Sîoûxê yên li Dakota û piştevanên wan, sekinî bû. Lê belê piştî ku Donald Trûmp bû Serokê DYA, weke yek ji karên xwe yên destpêkê, piştgirî da çêkirina vê xetê.

Artêşa DYA da xuyakrin, ku ew amade ye destûrê bide avakirina beşa dawî ya vê xetê.