Arjantînê komkujiya beriya 100 salî nas kir

Edaleta Arjantînê di kuştina zêdeyî 400 mirovên xwecihî de ya beriya sed salî, berpirsyariya dewletê bi rengekî fermî qebûl kir.

Piştî şeş rûniştinên ku mehekê dewam kir Dadgeha Resistenciayê di 19'ê Gulanê de biryar da.

Di 'Doza Heqîqetê' de di çarçoveya qirkirina xwecihî de hikum da ku berpirsyariya dewletê ya di sûcê dijî mirovahiyê de ispat bûye.

Dadgehê tespît kir ku 19'ê Tîrmeha 1924'an derdora 100 polîs, jenderme û sivîlên bi çek bi piştgiriya balafirekê hatin qadekê ku malbatên Qom û Mocoit ên xwecihî nêzî hezar karkerên çandiniyê yên di grevê de lê bûn. Karkeran wê demê şert û mercên xerab ên kar ên li zeviyên pembo şermezar dikirin.

Li gorî biryara dadgehê, hêzên dewletê nêzî saetekê gule li mirovên li qadê reşandin û hate gotin, "Ji komên etnîkî yên Qom û Mocoitê derdora 400 heta 500 kes hatin kuştin. Birîndarên ku nekarîn birevin jî hatin parçekirin û bi rengê herî hovane avêtin gorên komî."

Ev komkujiya ku weke Komkujiya Napalpi tê naskirin, piştî bêdengiya bi salan a li ser komkujiyê di nava 15 salên dawî de eşkere bû.

Serokê dadgehê Zunilda Niremperger ferman da ku "tedbîrên sererastkirina dîrokê" bêne wergirtin.

Di çarçoveya biryarê de ku li Rojnameya Fermî hate weşandin, wê komkujî tevlî bernameyên perwerdeyê bê kirin, li televîzyonên cemaweriyê doz bê weşandin, ji bo derxistina hestiyên qurbaniyan û radestkirinê, karê lêkolîna tipa edlî bê meşandin.

Di sala 2020'î de ji xwe bîrdariyek hatibû danîn. Tazmînata aborî li dadgehê nebû mijara nîqaşê. Tevî vê yekê jî ev biryar ji aliyê teorîk ve rê dide tazmînatê.