Aloziya Îran-Siûdî li pêşiya polîtîkaya hevpar asteng e

Welatên hilberînerên petrolê, ku aboriya wan bi giranî xwe dispêre petrolê, hewl didin buhayê petrolê zêde bikin, lê nikarin. Di mijara polîtîkaya li ser bisînorkirina hilberîna petrolê de, bandora Îranê zêde ye.

Piştî rakirina ambargoya navneteweyî, Îran ji nû ve ket nava bazara navneteweyî ya petrolê. Hevrikê herî mezin ê Îranê yê li herêmê Erebîstana Siûdî ye. Nakokiya navbera van her du welatan tê zanîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Îranê biryar da tevlî civîna Rêxistina Welatên Petrolê Difiroşin (OPEC) a 26-28'ê Tebaxê ya li Cezayîrê bibe.

Îran bi vê biryara xwe re hewl dide di nava OPEC'ê de ku demeke dirêj giraniya Siûdiyan li ser hebû, ji nû ve bi bandor be û giraniya xwe deyne ser polîtîkayên nû yên petrolê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên OPEC'ê hatin bidestxistin, hikûmeta Îranê bi erênî nêzî mijara bisînorkirina hilberîna zêde ya petrolê dibe, ku vê yekê rê li ber kêmbûna buhayê petrolê vekiriye.

Welatên OPEC'ê di meha Hezîranê de li ser vê mijarê li hev nekiribûn û bi tenê di warê stabîlîzekirina bazarê de gihaştibûn heman nêrînê. Derketibû holê ku di vî warî de aloziya navbera Îran û Siûdiyan bi bandor bû.

Rûsya, Îran û Erebîstana Siûdî ku piraniya aboriya wan û budçeya dewletê xwe dispêre hatineyên petrolê, tê zanîn ku li pêşiya bisînorkirina hilberîna petrolê asteng in. Polîtîkaya hilberîna petrolê ya ji daxwaza reelê zêdetir, par bû sedem ku buhayê barîlek petrolê 25-30 dolar be.

Buha di mehên bihurî de gihîştibû asta 50 dolarî, lê ev buha di hefteyên bihurî de careke din daketibû asta 42 dolaran. Ji ber kêmbûna buhayê petrolê, di nava 2 salan de li welatên Rûsya, Erebîstana Siûdî û Venezûelayê pirgirêkên giran ên budçeyê hene.