Al Gore: Şansê ku DYE li ser Peymana Kîşwerê bimîne zêde ye

Piştî ku Donald Trûmp bû serokê DYE’yê metirsiyên ku DYE wê ji Peymana Kîşwerê ya NY’yê vekişe zêde bûbûn, yek ji alîkarê berê yê seroktiyê Al Gore peyamên erênî dan.

Piştî ku Donald Trûmp bûbû serokê Emrîkayê fikarên ku DYE wê ji Peymana Kîşwerê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) vekişe zêdetir bûbûn, ku ev peyman sala çûyî ji hêla rêveberiya Obama ve hatibû îmzekirin.

Têkildarî mijarê yek ji alîkarê seroktiyê Al Gore ku bi xebatên xwe yên li ser kîşwerê tê zaanîn, diyar kir ‘bi îxtîmale zêde’ welatê wî wê li ser peymanê bimîne. Gore got 50 ji 100’î welatî wê li ser peymanê bimîne.

Gore diyar kir qadên nû yên kar ên di sektora enerjiya rojê de li gorî ya giştî sedî 17 zêdetir bûye û got ev ê ji nedîtî ve neyê dîtin.

Wezîrê Hawîrdorê yê Fransa Segolene Royal jî ku seriyek da Ajansa Parastina Hawîrdorê ya Emrîka (EPA) got Emrîka Peymana Kîşwerî bi rengekî cidî nîqaş dike.

Obama 2015’an di konferansa COP 21’ê de ku li Parîsê pêk hatibû, gotibû karbondîoksîya li welatê wan li gorî 2005’an heta 2025’an wê sedî 26-28 kêmtir bike. Donald Trûmp piştî ku hatibû ser kar gelek projeyên enerjiya fosîlan erê kiribû.

Tê payin ku Trûmp biryara xwe ya li ser Peymana Kişwerê heta Gulanê bide.