Îsraîl êrîşî Xezayê kir: Nêzî 30 kes mirin, 215 kes birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di operasyonên li Xezayê de serokê Cîhada Îslamî kuştine. Rayedarên Filîstinî diyar kirin ku ku 6 jê zarok nêzî 30 kes mirine, 40 kes jî hatine destgîrkirin.

Artêşa Îsraîlê operasyona herî giran a sala dawî pêk anî. Di şerê navbera Îsraîl û komên çekdar ên Xezayê de ku Gulana 2021'an de rû da û 11 rojan dewam kir, ji aliyê Fîlîstînê 260 kes, ji aliyê Îsraîlê jî 14 kes hatibûn kuştin. 

Operasyona nû roja Înê dest pê kir. Arteşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuyaniyek da û ragihand ku li Xezayê serokê Cîhada Îslamî kuştine. 

Wezerata Tenduristiyê ya Xezayê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku roja Înê 6 jê zarok 29 kes hatine kuştin, 215 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên Îsraîlê vê bîlançoyê qebûl nakin û diyar kir ku li herêma Cabalîa ya li bakurê herêmê gelek zarok di encama êrişa bi roketan a Cîhada Îslamî de hatine kuştin. Serokwezîr Yair Lapid jî îdîa kir ku hêzên ewlehiya Îsraîlê di seatên dawî de li Cabalîa, êrîşên hewayî pêk neaniye.

Artêşa Îsraîlê ragihandin ku 15 şerkerên Cîhada Îslamî kuştine. Wezareta Karûbarên Hundirîn a Îsraîlê da zanîn ku di nav kesên hatine kuştin de Serfermandar rêxistina Cîhada Îslamî Teysir El Cebarî jî heye.

Her wiha hat ragihandin ku hêzên ewlekariya Îsraîlê li Rojavayê Şerîda ku ji 1967’an ve di bin dagirkeriyê de ye, 40 endamên Cîhada Îslamî destgîr kirine.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew amadekariya êrîşên hewayî yên hefteyekê dikin. Beriya vê daxuyaniyê Cîhada Îslamî ragihandibû ew hîn di destpêka şer de ne.

Di heman demê de hat ragihandin ku Misrê hewl daye di navbera Îsraîl û  komên çekdar ên Xezayê de navbeynkariyê bike. Serokkomarê Misrê Abdulfetah Sîsî di axaftinek xwe de got ku ew bênavber ji bo aramiyê pêk bînin dixebitin.

Li qadê şer heta sibeha Yekşemê dewam kir. Berdevkê arteşa Îsraîlê got, ku di rewşa heyî de Tel-Avîv 'hevdîtinên agirbestê' nakin.

Artêşa Îsraîlê ku roja Îne êrîşê Xezayê ki ku nifûsa wê 2,3 mîlyone, diyar kir ku li dijî Cîhada Îslamî 'êrîşên pêşîgirtinê' pêk tîne.

Li gorî Îsraîlê di 24 saetên dawî de ji Xezayê 400 obus hatine avêtin.