Çarçoveya Hemahengiyê ji bo hilbijartina pêşwext mercên xwe eşkere kir

Çeçroveya Hemahengî têkildarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê mercên xwe eşkere kir, rêveberê çarçoveyê Elewey got, “Eger blokên siyasî li ser dubare pêkanîna hilbijartinê lihev bikin, divê li gorî destûr û yasayê be.”

Rêveberê Çarçoveya Hemehengî Elî Eleweyî ji malpera Meilûme re axivî û têkildarî banga Tevgera Sedir a ji bo hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê, diyar kir ku eger blokên siyasî lihevkirinê li ser dubare pêkanîna hilbijartinê bikin, divê li gorî sîstema destûr û yasayê be.

Rêveberê Çarçoveya Hemehengî Elî Eleweyî destnîşan kir ku Çarçoveya Hemahengî koma herî mezine, ji ber ku li gel hevpeymanên xwe zêdetirî ji sedê 50 parlamento di destê wê de ye û li gorî destûrê Çarçoveya Hemengî ew heze ku xwedî biryare.

Rêveberê Çarçoveya Hemehengî Elî Eleweyî da zanîn ku Çarçoveya Hemahengî ji bo dubare pêkanîna hilbijartinê çend merc danîne û got: “Guhertina Komîsyona Hilbijratinê û yasaya hilbijartinê. Piştî ku aliyekî daxwaza hilbijartina pêşwext kir û hemûyan li gorî pêşkêşkirina xwe erê kir, lê dubare pêkanîna hilbijartinê ne hêsane.”

Piştî banga Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr a ji bo hilbijartina pêşwext, beşek zêde ya hêzên siyasî yên Iraqê piştgiriya xwe ya ji bo anîn ziman û niha guftûgo li ser şêwaza pêkanîna hilbijartinê berdewam in.