60 milyon kes li nava welatê xwe koçber bûn

Li gorî lêkolîneke rêxistinên civakî yên sivîl, ji ber şer û felaketên xwezayî, sala 2021'ê nêzî 60 milyon kes li nava welatê xwe koçber bûn.

Li gorî lêkolînekê ku ji aliyê Internal Displacement Monitoring Centre (IDMC) û Konseya Penaberan a Norwêcê (NRC) ve hate kirin, sala 2021'ê 59.1 milyon mirov li nava welatê xwe koçber bûn. Hate ragihandin ku nêzî nîvê van jî di bin 18 salî re ne.

Lêkolînê cih neda penaberên li derveyî welat. Koça navxweyî sal bi sal zêde dibe. Di sala 2022'an de ji ber şerê Ûkraynayê tê payin ku bigihêje asteke nû ya rekorê.

Koça navxweyî ya nêzî 60 milyon kesî nîşaneya duyemîn a asta herî bilind a deh salên dawî ye.

Midûra IDMC Alexandra Bilak got, "Diyar e ku sala 2022'an bibe saleke tarî." Ji ber şerê ku meha Sibatê li Ûkraynayê destpê kir, li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 8 milyon kesî ji neçarî li nava welatê xwe cih guhertin.

Sekreterê Giştî yê NRC'ê Jan Egeland tevî Bilak li Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xist û anî ziman ku rewşa li cîhanê ti carî ewqasî xerab nebû bû û got, "Cîhan hildiweşe."

Egeland bi dewamî got, "Ji bo dawî li zêdebûna êşên mirovan bê anîn, pêwîstiya me bi wê yekê heye ku lîderên cîhanê xwe ji şer vegirin û fikrên xwe yên li ser çareseriya bi şer gelekî biguherînin."

Herêma Binê Sahra ya Efrîkayê par yek ji wan herêman bû ku koça navxweyî herî zêde lê bû. Li Etiyopyayê ji ber ziwatiyê û şer zêdeyî 5 milyon kes koçber bûn. Ev hejmar ji aliyê koçberiya nava salekê hejmara herî mezin e.

Di mijara koça navxweyî de liv û tevgera zêde li Komara Kongo ya Demokratîk û Efganistanê jî rû da. Li aliyekî hatina Talîbanê li ser desthilatdariyê, li aliyê din jî ziwatî bû sedem ku hejmara mirovên cih û warê xwe biterikînin zêde bibe.

Li Myanmarê ku leşkeran darbe kirin, koça navxweyî gihîşt asta rekorê. Li Bakurê Efrîkayê di asta herî kêm a deh salên dawî de koça navxweyî pêk hat.

Li Sûriye, Lîbya û Iraqê şer hinekî kêm bû ye jî, hejmara mirovên li nava welêt koçber bûne hîn jî zêde ye.

Li Sûriyeyê ji dawiya sala 2021'ê û vir ve bi giştî 6.7 milyon kes li nava welêt koçber bûn û ew welat e ku koçbera navxweyî herî zêde lê bûye.

Piştî Sûriyeyê li Komara Kongo ya Demokratîk 5.3 milyon kes, li Kolombiyayê jî 5.2 milyon kesî li nava welêt cihê xwe guhertine. Li Efganistan û Yemenê li her yekî ji wan 4.3 milyon kesî li nava welêt cihê xwe guhertine.

Li gel şer, her wiha felaketên xwezayî ji sedemên sereke yên koçberiya navxweyî ne. Par ji ber felaketên xwezayî 23.7 milyon kes neçar man li nava welêt koçber bibin.

Ji sedî 70 ê koçberiya navxweyî ya ji ber afetên xwezayî ku di sala 2021'ê de pêk hat, li Çîn, Fîlîpîn û Hindistanê ye.

Li welatên Mozambik, Myanmar, Somali û Sûdan a Başûr jî gelek krîz hene ku dibin sedema koçberiyê. Ji ber krîza xwarinê bi milyonan mirov li van welatan bêparastin mane.