3 hezar penaber li herêma navbera Îtalya û Lîbyayê hatin rizgarkirin

Drama bi hezaran penaberên her roj hewl didin di ser Derya Spî re xwe bigihînin welatên Ewropayê, dewam dike.

Drama bi hezaran penaberên her roj hewl didin di ser Derya Spî re xwe bigihînin welatên Ewropayê, dewam dike. Di encama xebatên duh ên li herêma di navbera Îtalya û Lîbyayê de 3 hezar penaber hatin rizgarkirin. Li ser vê mijarê, ji dewletan bêhtir hewldanên rêxistinên civakî yên sivîl balê dikişînin.

Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) da xuyakirin ku di encama hewldanên MSF û saziya alîkariyê ya bi navê Moas de 1.658 penaber hatine rizgarkirin. Dİ daxuyaniya MSF de hat ragihandin ku di nava penaberên hatine rizgarkirin de 113 zarokên ji Erîtreyê jî hene û ev penaber li keştiya bi navê Phoenîx hatine bicihkirin.

Hat gotin ku keştiya bi navê Argos a MSF'ê jî bi qasî 993 penaber wergirtine û di nava van de 358 jin û 79 zarok hene.

Yekîneyên ewlekariya peravên Îtalyayê jî diyar kir ku di encama xebatên duh nava rojê de 1.219 penaber hatine rizgarkirin. Hat ragihandin ku 840 ji van penaberan dema hewl didan bi 3 keştiyan ji Derya Spî derbas bibin hatine rizgarkirin.