2020 bû sala herî germ a Asyayê

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku sala herî germ a parzemîna Asyayê sala 2020'î bû.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, di rapora xwe ya salane de ya li ser rewşa avhewayê ya li Asyayê diyar kir ku guhertina avhewayê bandor li tevahiya herêmê kiriye.

Di rapora WMO'yê de hate gotin, "Germahiya zêde ya li Asyayê û guhertina avhewayê bû sedem ku di sala 2020'î de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin, bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bibin û bi sedan milyar dolarî xisar bibe."

Di raporê de hate gotin, "Pêşketina domdar di bin metirsiyê de ye. Nebûna misogeriya av û xurekê, rîskên tenduristiyê û xerabûna hawirdorê zêde dibe."

WMO'yê her wiha cih da windahiya aborî ya salane ya ji ber rîskên avhewayê.

Hate ragihandin ku windahiya malî ya li Çînê 238 milyar dolar, ya li Hindistanê 87 milyar dolar, ya li Japonyayê 83 milyar dolar û ya li Koreya Başûr jî 24 milyar dolar e.

Sekreterê Giştî yê WMO'yê Petteri Taalas bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Di serî de lehî, bahoz û ziwatî, rîskên hewa û avhewayê bandoreke giran li gelek welatên li herêmê kiriye."

Di sala 2020'î de felaketên lehiyê û bahozê bandor li nêzî 50 milyon kesî kir û zêdeyî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporê sala 2020'î ji pileya 1.39 a germahiyê derbas bû û di navber salên 1981 û 2010'an de bû sala herî germ a li Asyayê.

Sala 2020'î li Okyanûsên Hînt, Pasîfîk û Arktîkê germahiya avê gihîşt asta rekorê.