BI DÎMEN

Zulfîkar: Dixwazin dîroka Kurdan tine bikin

Wênesazê Kurd Alî Zulfîkar ê li bajarê Elmanya Kolnê dijî got, "Dema komkujiyên salên 90'î tînim bîra xwe, dibînim ku di navbera wan û komkujiya îro ya li Sûrê de cudahiyeke gelekî mezin heye."

Wênesazê Kurd Alî Zulfîkar ê li bajarê Elmanya Kolnê dijî got, "Dema komkujiyên salên 90'î tînim bîra xwe, dibînim ku di navbera wan û komkujiya îro ya li Sûrê de cudahiyeke gelekî mezin heye. Bi tank û topên xwe re, herêmek di bin kontrola xwe de ye xera dikin. Ev yek nîşan dide ku bêaqilî di asta herî bilind de ye û sîstemeke dewletê ya faşîzm û barbarîzm jî derbas kiriye heye."

Wênesazê Kurd Alî Zulfîkar, êrîşên AKP'ê yên li hemberî Kurdan û dîroka Kurdan ji ANF'ê re nirxand.

Zulfîkar bibîr xist, dewleta Tirk di sala 1993'an de jî polîtîkaya tinekirinê meşand û got, "Hewl dan mirovan, malên wan û her tiştên wan tine bikin. Dema mirov îro jî li Sûr, Cizîr û Silopiyaye dinêrin, mirov vê dibînin. Ne tenê Kurdan dixwazin dîroka li wir jî tine bikin. Eger yek radibe bi vî rengî êrîşî we dike, hingî ev yek êrîşek ji bo tinekirinê ye û sûcekî mezin e. Biryara li ser mezinahiya vî sûcî wê ji aliyê dadgehan ve bê dayîn. Lê belê ev şerm, polîtîkayka asîmîlasyonê û qetlîamkeriya ji aliyê wan ve hatiye afirandine. Komkujiyek ji ya Hîtler jî xerabtir e. Dema komkujiyên salên 90'î tînim bîra xwe, dibînim ku di navbera wan û komkujiya îro ya li Sûrê de cudahiyeke gelekî mezin heye. Bi tank û topên xwe re, herêmek di bin kontrola xwe de ye xera dikin. Ev yek nîşan dide ku bêaqilî di asta herî bilind de ye û sîstemeke dewletê ya faşîzm û barbarîzm jî derbas kiriye heye. Em bi feraseteke welê re rû bi rû ne, qîrîna jin û zarokan nabihîze, flamayên spî yên dayikan nabîne û her kesî terorîst îlan dike."

'LI SER NAVÊ KURDÎTIYÊ ÇI HEBE, DIXWAZIN TINE BIKIN'

Zulfîkar bibîr xist, ku di salên 1990'î de jî dixwestin ji binî ve tine bikin û got, "Ji bo pêkanîna van komkujiyan zemîna qanûnî amade kirine û bi fermana tinekirina her tiştî êrîş dikin. Lewma ne xema wan e li Sûrê dîrok tine bûye, yan mirov mirin e. Li ser navê Kurdîtiyê çi hebe dixwazin hemûyan tine bikin. Her tiştên ku Kurdan tîne bîra mirovan, dixwazin hemûyan tine bikin."

Der barê bêdengiya welatên Ewropayê li ser van komkujiyan de Zulfîkar ev nirxandin kir: "Bûyerên li Cizîr, Sûr û gelek bajarên din ên Kurdistanê diqewimein, nayên vegotin. Gelo hûn dikarin gelekî bi temamî qetil bikin? Çawa ji we tê ku hûn êrîşî vîna gelekî bikin? Eger cihekî bi rêjeya ji sedî 90 re vîna xwe diyar kiriye weke terorîst tê îlankirin, hingî çavkaniya bingehîn a terorîzmê tu bi xwe ye. Tinehesibandina vîna gelekî sûcê Destûra Bingehîn e. Sûcê li dijî mafên mirovan e. Û ev yek derbek li hemberî mafên mirovan e. Dewletên li hemberî vê yekê bêdeng, bêçaretiya xwe radixin pêş çavan."

'DIVÊ HUNERMEND ÊŞÊN CIVAKÊ BIBIHÎZIN'

Têkildarî berpirsyara hunermendan Alî Zulfîkar got, "Hunermend li pêşberî civaka di nav de dijîn xwedî berpirsyariyê ne. Lazim e êş û qîrîna civaka xwe bibihîzin. Û li cem cih bigirin. Ti hunermendekî destekê dide şer, nikare bêje ez hunermend im. Ew qelemşor in. Yanî mîna qelemşorên bi daxwaza hin kesan derketine holê. Mirovê hunermend daxwazên gel, hesretên gel dibîne, li dijî şer û komkujiyan derdikeve û aştiyê diqîre."

'ÇALAKIYA NOBEDÊ YA LI STRASBOÛRGÊ WATEDAR E'

Zulfîkar bal kişand ser çalakiya nobedê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê watedear dibîne û anî ziman, ku eger pêwîstî pê hebe divê ew hunermend jî li Bruksel an jî Strasboûrgê pêşangeha wêneyan vekin û komkujiyên li Cizîr, Silopiya û Sûrê nîşan bidin.

...