Zimanên Hind-Ewropa ji Mezopotamya û Anatolyayê belav bûn

Zimanên Hind-Ewropa ji Mezopotamya û Anatolyayê belav bûn

Zimanzanên cîhanê ji bo malbatên zimanên Hînd-Ewropa ku Kurdî jî di nav de ye, teoriyeke nû anîn rojevê. Beriya niha dihat gotin ku zimanên Hind-Ewropa ji stepên Rûsan belav bûne, lê di encama lêkolîna komek lêkolînerên navneteweyî de aşkere bû ku ev malbata zimanan ji Mezopotamya û Anatolyayê belav bûne.

Yek ji zimanzanên navdar ên cîhanê Marija Gibutas di sala 1952’yê de teoriyeke berevajiyê ya îro anîbû rojevê. Zimanzana Lîtvanyayî, ji peyva “korûgan” a tê wateya “gora girik” dest pê kir û teoriya bi navê “hîpoteza Kûrgan” pêş xist û bi vî awayî koka zimanên Hind-Ewropayî digihand Rûsyayê.

Li gorî wê, beriya 5-6 hezar sal, koçberiya ji başûrê Rûsyayê ber bi Ewropa û Rojhilata Navîn ve dest pê kir. Piştre teoriya bi navê jî modela “Kûrgan” di nava çend salan de ji aliyê gelek arkeolog û zimanzanan ve hate qebûlkirin.

Lê niha, ji bo vê malbata zimanan a ku ji zimanên sereke yên Rojhilata Navîn Kurdî, Farsî, Ermenî û zimanên mezin ên cîhanê yên weke Înglîzî, Almanî, Frensî, Spanî, Hindî, Portekîzî, Rûsî û Îtalî pêk tê teoriyeke nû hate pêşxistin.

PEYVA KILÎD: 'MOTHER, MUTTER, MADAR, DA(YÎK) E

Yek ji kovarên xwedî prestîj ên cîhanê Science, di hejmara xwe ya dawiyê de cih da lêkolîna der barê zimanên malbata Hind-Ewropayê de û diyar kir ku ev ziman ji Mezopotamya û Anatolyayê belav bûne. Li gorî lêkolînên ku ji aliyê komek zimanzan ve hat pêkanîn, beriya 9500 salan, ev ziman belavê cîhanê bûn. Yek ji delîlên herî sereke yên zimanzanan jî peyvên di hemû zimanan de dişibin hev in.

Ji hemû zimanên vê malbatê 103 peyv hatin lêkolînkirin, peyva kilîd jî “dayîk” e. Ev peyv di Înglîzî de “Mother,” di Almanî de “Mutter”, di Spanî de “Madre”, di Farsî de “Madar” û (di Kurdî de jî “Da(yîk) e.” Zimanzanan dan zanîn ku zimanên Hind-Ewropayê ji Mezopotamya û Anatolyayê belav bûne.

ŞOREŞA ÇANDIYÊ ZIMAN BELAV KIRIYE!

Yek ji delîlên ku vê teoriya zimanzanan piştrast dike ew e ku taybetmendiyên genetîk ên van gelên Hind-Ewropayî dişibin hev. Kurdî jî di nava beşa Zimanên Rojavayê Îranê de cih digire û mînakên genetîk ên mirovên ji gelên Hind-Ewropa hatine lêkolînkirin. Zimanzan diyar dikin ku kodên genetîka van gelan jî bi demê re guherîne.

Di lêkolînê de hate destnîşankirin ku şoreşa çandinî di belavbûn û pêşketinan zimanan de rolek pir girîng leyîstiye. Ji zimanzanên zanîsta ziman a Zanîngeha Auckland a Zelendaya Nû Remco Boutkaet jî diyar kir ku ev teoriya hatiye pêşxistin pir girîng e û dibe teoriya Marija Gimbutasê ji holê rabike.