YJA-Starê banga xwedîderketina li şehîdên Cûdiyê kir

YJA-Starê banga xwedîderketina li şehîdên Cûdiyê kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê der barê endama Meclîsa PAJK’ê Binefş Edessa ya ku di pevçûnên di kanûna 2011 de li Çiyayê Cûdî tevî 19 gerîlayan jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got; “Li jiyanê bi sekna xwe û di kesayeta xwe de li gor pîvan û rêgezên PAJK'ê jiyan kiriye û xurt kiriye” û wiha domand; “Di serî de rêheval Binevfş, rêhevalên bi wê re şehîd ketine, bîranîna hemû gerîlayên me yê HPG'ê û YJA Starê wm ê bi bilindkirina tekoşînê bibin bersiv.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got; “Di Kanûna 2011'an de artêşa dagirker a tirk li dijî gelê me û tevgera me operasyonên înkar û tunekirinê , gerîlayên me jî li beramberî van operayson û êrîşên berxwedaneke mezin bersiv dane êrîşên dijmin. Di van êrîşan de endama konseya leşkerî ya HPG'ê û endama meclîsa YJA Starê rêhevala me Binefş Edessa li gel 19 hevalên din gihîştiye şahadetê.”

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha berdewam dike; “Rêhela me Binefş, bi sekn û tevlêbûna xwe ya tekoşînê mîlîtaneke pêşeng bû. Herweha ji bo me jî herdem rêhevaleke mînak bû. Ji roja tevgera azadiyê naskiriye û heta roja dawî jî xwe bi felsefeya jiyanê û îdelojiya azadiyê perwerde kiriye. Asta bîrdozî û rêxîstinî ya xwe gihandiyê, bûye sedem ku li her qada lê be bi awayeke çalak û aktîf tevlê bibe.

Rêhevala me Binefş Edessa keçeke Kurd a ji kevneşopiya Zerdeştî ku ji dêmarê nesebê Kurditiyê û gelên qedim dihat. Ji yek pêşengên destpêkê di artêşa jin de cihê xwe girtibû û navê Binefş Agal li xwe kiribû. Bi sonda berdewam kirina, navê wê, kevneşopiya wê ya tekoşînê û berxwedaniya wê gava xwe avêtibû nav tekoşîna azadiyê. Rêhevala Binefş a keça Zerdeştî bi nîrxên xwe yê çandî û netewî girêdayî bû, li dijî polîtîkayên bişaftin û tunekirinê herdem li xwe dabû, bi dîrok û çanda xwe xwedî derdiket û bi awayeke aktîf ji sala 1994'an û vir ve di nava tekoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye. Hevala Binevş bi sekan xwe û tekoşîna xwe li her qadan erk û wezîfeyên giran ên digirt ser milê xwe bi awayeke serkeftî pêk tianî û bibû remza tekoşîne. Em ji herêma Cûdî ya herî dawî lê şehîd ket bigrin li her qadên lê maye bi sekna xwe ya bilindkirina helwesta azadiyê, berxwedana leşkerî, rêgez û pîvanên partîbûyina jinê pêşxistinê bigrin herdem tevlêbûneke aktîf nîşan daye.

Rêheval Binefş a endamê meclîsê ya partiya jinê PAJK'ê jî bû, ji yek mîlîtanên xwe fedayî bîrdoziya Rizgariya Jinê kiriyeye. Li jiyanê bi sekna xwe û di kesayeta xwe de li gor pîvan û rêgezên PAJK'ê jiyan kiriye û xurt kiriye. Kesayeteke ev pîvan û rêgez lê berbiçav bûye. Di tekoşîna azadiya jinê de bi biryar bû, tu carî ji rêgezên azadiyê tawîz nedidan û xwedî sekneke radîkal bû.

Him ji bo çawanî him jî çendaniya artêşa me ya jinê YJA Starê mezin bibe xwedî kedeke mezin bû. Herweha bi jiyan û tekoşîna xwe cihê xwe di nava fermandarên jin ên efsanewî de girtiye. Wê ked û xebata rêheval û fermandara me Binefş di tacîdarkirina azadiyê bi serkeftinê de wê hêza me ya tekoşînê bilindtir bike û rê li ber me bixe.

Di pêngava me ya şoreşgerî ya parastina rûmetê û bidestxistina azadiya xwe ya li dijî înkar, tunekirin, bişaftin û komkujiyê me daye despêkirin, wê bi awayeke çalaktir berdewam bike. Di serî de rêheval Binevfş, rêhevalên bi wê re şehîd ketine, bîranîna hemû gerîlayên me yê HPG'ê û YJA Starê wm ê bi bilindkirina tekoşînê bibin bersiv. Tekoşîna me ya azadiyê ya bilind dibe wê bi hezaran Binevş, Yildiz, Sema, Şîlan û Zîlanan biafirîne û wê wan bide jiyandin. Wê tolê wan bi mislê wê were rakirin.

Di serî de em bang li gelê me yê Êzidî, hemû gelê kurd, jin û dayikan dikin da ku xwedî li van ewladên xwe derbikevin.”