Yekemîn Kongreya Navena Çanda Mem û Zîn a Mulenê pêk hat

Yekemîn Kongreya Navena Çanda Mem û Zîn a Mulenê pêk hat

Li Bajarê Mulen a Fransayê Navena Çanda Mem û Zîna ku xebatên xwe yên çand û hunerê didomîne yekemîn kongreya xwe pêk anîn û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Kongre li avahiya Navendê pêk hat û nêzî 160 kesî tevli kongreyê bûn.

Kongreya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir serokatiya dîwanê serokê Federayona Komeleyên Kurd a Fransayê Mehmet Ulker pêk anî. Ulker di axaftina xwe de diyar kir ku komele di warê kurdên Ewropayê de gelek girînge û wiha got: “ Ji bo hewcedariyên civakî yên qadên kul ê ne û geşedanên Kurdistanê divê zêdetir xebat bê meşandin û divê her kes di vir de xwedî li komeleyên xwe derkeve.”

Kongre bi nîqaşên li ser geşedanên Kurditan û Rojhilata Navîn û her wiha xebatên komeleyê berdewam kir û piştî vê derbasî hilbijartinan bûn. Di hilbijartin ku hate kirin ku 9 kes ji bo rêveberiyê hate hilbijartin û ji bo serokatiya komeleyê Tekîn Ok hate hilbijartin.

Her wiha li Mulenê ji bo kampanyaya ‘ji bo Ocalan Azadî’ jî stand hate vekirin.