Xelatên filmên Mîhrîcana Dihokê ya Navnetewî hatin dayîn

Xelatên filmên Mîhrîcana Dihokê ya Navnetewî hatin dayîn

Xelata filmên Mihrîcana Dihokê ya Navneteweyî hatin dayîn. Di mihrîcana ku 88 film ji dewletên cûda beşdar bibûn de 31 film hatin hilbijartin.

Komek hunermendên niştecih û biyanî û derhêneran piştî nîşandana çend filmên kurdî û biyanî, ji beşên filmên dirêj û kurt, û dokumanteran xelata fîlmên mihrîcanê diyar kirin. Lijneya Hilbijartinê lîsteya filmên serkeftî yên festivalê diyar kir û xelata sereke dan sînemakarê Kurd Şewket Emîn Kurdkî. Derhênerê Efganistanî Êedîq Bermek û Xanim Bêrgîta Mantî ya berhemhêner ya Elmanî û nvîskar û rexnegira Slowfakî Xanim (vîra langêrowa) û her wisa senaryonûs û derhênerê Îranî Kambûzya Pertewî layiqî baştirîn filmê drêj û kurte film û dokumêntarî hate dîtin.

Xelatê baştirîn filmê drêj bi navê (Heke tu mirî dê te kujim) (IF you Die, I will Kill you) pêşkêşî derhêner Huner Selîm hate kirin. Sê xelat ji bo kurte filman yekem û duyemîn û sêyemîn hatin dayîn. Xelatê yekemîn kurte film pêşkêşî filmê (bê deng) hate kirin ku ji aliyê derhêner Rêzan Yeşîlbaş ve hatibû amadekirin.

Xelatê duyemîn kurte filmî jî filmê Welatê Qehremana wergirt ji derhênana Sehîm Umer Xelîfe û kurte filmê (dalya) jî ku ji derhênana Şaxewan Ebdula bû xelatê sêyem kurte flim wergirt, hevdem xelatê baştirîn filmê dukumentarî filmê (mîludî berd) wergirt ku ji derhênana derhênerê Îranî Perwêz Rustemî bû.

Ji aliyekê din ve du xelatên rêzlênanê hatin dayin. Ev jî xelatê yekemê Rêzlênanê pêşkêşî filmê (kurê pêşmergeyî) hate kirin ji derhênana Zanyar Ademî û xelatê duyemîn pêşkêşî filmê bi navê Payiskil hate kirin ji derhênana Rizgar Hisên.