Xelatên 3. Festîvala Çîrokan a Rojava hatin belavkirin

Festîvala Çîrokan a Rojava ku îsal cara sêyemîn hat lidarxistin, bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû.

3. Festîvala Çîrokan a Rojava, roja 6'ê Hezîranê li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo destpê kir û bi belavkirina xelatan li serketiyan, bi dawî bû. Di merasîma xelatdayînê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûhan û Alîkarê wî Huseyîn Ezam, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, endamên TEV-ÇAND'ê û gelê li herêmê amade bûn.

Di merasîmê de yekemîn, duyemîn û sêyemînên beşa çîrokan a bi Kurdî, Suryanî û Erebî diyar bû. Her wiha ji bo xebatkarên festîval amade kirin, plaketa spasdariyê hat dayîn.

Festîvala Çîrokan a Rojava, di roja 6'ê Hezîrana 1912'an a nivîsandina çîroka destpêkê ya Fûat Temo ku weke nivîskarê destpêkê yê çîroka Kurdî tê naskirin, her sal di 6'ê Hezîranê de tê lidarxistin.

55 ÇÎROK JI BEŞDARAN RE HATIN XWENDIN

Di festîvalê de 55 çîrokên bi zimanên Kurdî, Suryanî û Ermenî ji beşdaran re hatin xwendin û ji xwediyên serketî re xelat hatin dayîn.

Di beşa çîrokên bi Kurdî de xelata yekemîniyê ji Zinarîn Diyar re hat dayîn, ku çîroka xwe ya bi navê "Di navbera Jiyan û Mirinê de" qala rûlihevhatina keçeke biçûk a wehşeta DAIŞ'ê dît, bi tirsên xwe re.

Ji rêveberên Yekîtiya Rewşenbîran endamê komîteya amadekar a festîvalê Mamoste Tala bibîr xist, ku ev festîval beriya bi tenê bi Kurdî dihat kirin, lê wan rengên din ên Rojava çîrokên bi Suryanî û Erebî jî tevlî kirine. Tala got, "Eger em bi van gelan re dijîn, divê em di çalakiyên bi vî rengî de jî bi hev re bin. Ev yek helwestek li ruhê şoreşa Rojava tê, ye."

Tala diyar kir, li her santîmetreçargoşeya vê xakê, xwîna şehîdan hatiye rijandin û gto, "Eger em îro dikarin festîvalên bi vî rengî lidar bixin, ev yek bi saya wan e."

Tala her wiha destnîşan kir, çîrokên di festîvalê de hatin pêşkêşkirin, pîrozmendiyên li ser vê xakê bi wan didin keşfkirin.

Ji Komîteya Amadekar xebatkara Desteya Çand û Hunerê Rûken Xelîl da zanîn, jina hîn bêhtir cihê xwe di festîvala îsal de girtin, lewma ew gelekî kêfxweş in.

Zinarîn Diyar a di beşa çîrokên Kurdî de bû yekemîn anî ziman, ew tevlî her sê festîvalan bûne û par jî di vê pêşbirkê de bûye yekemîn. Diyar got, "Wergirtina xelata yekemîniyê ya cara duyemîn, baweriya min a bi xwe zêdetir kiriye. Berê hin fikarên min li ser nivîsandinê hebû. Lê her ku min nivîsand, ez bi xwe hesiyam."

...